Li Marsîlyayê tecrîd û hewldana dorpêçkirina Mexmûrê hat protestokirin

Li Marsîlyayê tecrîd û hewldana dorpêçkirina Mexmûrê hat protestokirin

Hewldana dorpêçkirinê ku hikûmeta Iraqê di 20’ê Gulanê ve li dijî Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dabû destpêkirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Qada Canebîere ya Marsîlyayê hate protestokirin.

Kurdistaniyên ku li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê (DTKM) hatin ba hev, bi pankartên bi nivîsa “Ji dagirkeriya emperyalîst a li dijî Mexmûrê re na”, “Mexmûr Kurdistan e” û “Bila tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe” daxuyaniya çapemeniyê dan.

Li ser navê Komîteya Têkiliyên Derve ya DKTM’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mexmûr ne cihekî ji rêze ye. Cihê ku ramanên Birêz Abdullah Ocalan pêşî lê hatine pêkanîn e, ji ber vê gelekî girîng e. Êrîşên ku tên kirin di heman demê êrîşa li dijî ramanên Abdullah Ocalan e.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ku encam ji tecrîda girankirî nagire, topyekûn êrîşê hemû destkeftiyan dike û peyama “Em ê dagirkeriyê têk bibin, tecrîdê bişkînin” hate dayîn.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Mexmûr Kurdistan e” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.