Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê ne, bi armanca kişandina bala gel bi ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiya konvedanê dan destpêkirin. Wê çalakiya konvedanê sê rojan bidome.
Îro li qada Vîeûx Portê stand hat danîn. Wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn û pankartê li ser “Komara Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar tîne, hûn ê xwe ker bikin?“ nivîsandî, hatin daliqandin. Çalakgeran, bi belavkirina belavokan xelk agahdar kir.
Kurdistanî, piştî çalakiya konvedanê ya bi sê rojan, wê roja Şemiyê bi girseyî bimeşin. Komîteya amadekirina çalakiyê, banga tevlêbûna çalakiya konvedanê û meşa girseyî kir.