Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Marsîlya yê Fransayê, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de panelek hat lidarxistin. Nivîskar, helbestvan û akademîsyenê Kurd Selîm Temo wekî axivêr beşdarî çalakiyê bû û eleqeyeke mezin ji bo panelê hebû.
Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê û xwendina marşa "Ey Reqîb" dest pê kir. Piştre Selîm Temo mafê axaftinê girt û li ser geşedana dîrokî û girîngiya civakî ya zimanê Kurdî nirxandin kirin.
Temo diyar kir ku Celadet Bedirxan piştî tepisandina serhildanên Agiriyê xebatên xwe li ser qada ziman, çand û wêjeyê kom kiriye û destnîşan kir ku kovara Hawarê ya ku di 15’ê Gulana 1932’an de cara yekem derket, di vê pêvajoyê de roleke girîng lîstiye. Temo bi bîr xist ku ev dîrok îro wekî Cejna Zimanê Kurdî tê qebûlkirin.
Temo anî ziman ku her çend zimanê Kurdî di dirêjiya dîrokê de rastî zextên giran hatibe jî, hebûna xwe parastiye. Temo destnîşan kir ku pergala nivîsê ya Kurdî ya ku bi kovara Hawarê re li ser bingeha tîpên Latînî hat avakirin, di gihandina Kurdî ya heta roja îro de diyarker bûye. Temo got ku îro bi sedan kanalên televîzyonê, radyo û saziyên çapemeniyê bi Kurdî weşanê dikin, ev encama vê tecrûbeya dîrokî ye.
Temo di axaftina xwe de bal kişand ser Kurdên Xorasanê jî û diyar kir ku ew herêm ji aliyê dîrokî ve wekî “Kurdistana Xorasanê” tê binavkirin. Temo anî ziman ku divê Kurdên li Ewropayê jî li ser bingeha ziman aîdiyeta xwe xurt bikin û got: Ziman ji bo Kurdan di heman demê de welat e. Her derê ku lê bi zimanê xwe dipeyivin, ji bo wan Kurdistan e.
Di panelê de her wiha Berdevka Komuna Zimanê Kurdî Nezahat Şahin bang kir ku her kes beşdarî konferansa zimanê Kurdî ya ku dê li Marsîlyayê bê lidarxistin bibe. Endamên komunê Yakup Yalçın û mamosteyê zimanê Kurdî Suleyman Toprak jî bal kişandin ser girîngiya konferansê û bangên wekhev kirin.
Çalakî piştî pirs û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.