Li Marsîlyayê gerîlayên di operasyona şoreşgerî de şehîd bûn, hatin bîranîn
Gerîlayên di operasyona şoreşgerî de şehîd bûn li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bîranîn.
Gerîlayên di operasyona şoreşgerî de şehîd bûn li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a li Marsîlyayê hate lidarxistin. Di merasîmê de şehîd Huseyîn Azad, şehîd Memyan Armanc, şehîd Helmet Şahîn û şehîd Welat Serhed hatin bîranîn. Malbatên Huseyîn Azad, Welat Serhed û Memyan jî di merasîmê de amade bûn.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.
Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Adalet Serhed axivî û diyar kir ku PKK’ê di şert û mercên herî zehmet de bi berxwedanê dîrok nivîsandiye û anî ziman ku şehîdan ji bo parastina rûmet û nasnameya gelê Kurd berdêlên mezin dane.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Delîl Zagros jî di destpêka axaftina xwe de yên di komkujiyên Mereş û Roboskiyê de şehîd bûne, bi bîr anî û di şexsê şehîd Huseyîn, Memyan, Welat û Helmet de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî.
Zagros bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku gelê Kurd bi çalakiyên bi bandor bersiva sîstema tecrîdê dide.
Li ser navê malbata şehîd Huseyîn Azad, Şirîn Çîçekçî axivî û got: “Ez ê her tim dilsozê şehîdan bim. Heta ku Rêbertiya me azad nebe, em nikarin ji şehîdên xwe re bibin bersiv. Lewma divê em berxwedan û têkoşînê mezin bikin.”
Di bîranînê de Nûr Yilmaz jî li ser navê malbata şehîd Welat Serhed axivî û got: “Em ê li ser rêya şehîdan bimeşin. Serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be.”
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.