BI DÎMEN

Li Marsîlyayê Emîne Erciyes û hevalên wê hatin bibîranîn

Di çalakiyeke li Marsîlyayê de, fermandara YJA-Starê Emine Erciyes û şervanên bi nasnav Zîn Zagros û Ekin Amara Toldar hatin bibîranîn. Meclîsa Jinan a Arîn Mirkan got: Em soza xwe ya pêkanîna xwestekên şehîdan dubare dikin.

Ji bo endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) û hevalên wê Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekînn Amara Toldar (Şehrîban Akîn) yên 20’ê Nîsana 2020’an li Garê şehîd bûbûn, li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ve li Navenda Çanda Kurd a Marsîlyayê hate lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di bîranînê de têkoşîna jinên şoreşger hate silavkirin û axaftin hatin kirin.

Endama Tevgera Jinên Kurd Guneş Arduç li ser têkoşîna 24 salan a Emîne Erciyes axivî û got: “Ew wekî “evîndarekî azadiyê ku li dijî tasfiyegeriyê helwesteke pêşeng nîşan da û îdeolojî bi hunerê re kir yek.” Arduç bal kişand bi ser rola pêşeng a Erciyes ya di têkoşîna azadiya jinan de û got: “Ev rastî dê di bîra gelê me de timî zindî bimîne.”

Li ser navê Meclîsa Jinan a Arîn Mirkan jî axaftin hatin kirin û ev tişt hatin gotin: “Em hevala Emîne û hevalên wê careke din bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya pêkanîna xwestekên wan dubare dikin.”

Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana Emîne Erciyes hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.