Li Marsîlyayê dosye pêşkêşê saziyên cur bi cur hat kirin

Şandeya Kurdistanî ku hevdîtin bi nûnertî û saziyên çapemeniyê yên cur bi cur re kir, dosye û qeydên dîmenan ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk amade kiribûn, radestê rayedaran kirin.

Di çarçoveya pêngava rawestandina jiyanê ku Meclîsa Civaka Demokratîk li bajarê Marsîlya yê Fransayê da destpêkirin de, bi hevwextî bi şeş saziyan re hevdîtinên dîplomatîk hatin kirin û dosye û dîmenên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, hatin pêşkêşkirin.

Di çarçoveya hevdîtinan de, serdana Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê, Buroya Nûnertiya CPT’yê, Parlamentoya Herêmê ya Boûches-du-Rhône, Assocîatîon des Droîts û navendên çapemeniyê La Provînce û La Marseîllaîse hat kirin.

Di dosyeyên hatin pêşkêşkirin de, hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi salan e li Kurdistanê li dijî Kurdan bi caran çekên kîmyewî bi kar anîne, ji çekên kîmyewî hin jê di Şerê Yekêmîn ê Cîhanê de ji ber dewleta Elman mane û ev hatine qeydkirin û dosyeya amadekirî, pêşkêşê rayedaran hat kirin.

Rayedarên saziyan ku hevdîtin bi wan re hat kirin, dan xuyakirin ku ji bo hînbûna hûrguliyan têkildarê qeyd û îdiayên hatine diyarkirin ew ê hewil bidin.

Di vê çarçoveyê de wê li Marsîlyayê çalakî berdewam bin. Bi taybetî banga tevlêbûna meşa navendî ku wê 29’ê Cotmehê roja Şemiyê li qada Canabîerê bê lidarxistin, hat kirin.