Li Marsîlyayê çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dewam dikin

Li Marsîlyayê gel li dijî bikaranîna çekên kîmweyî, li çalakiyên xwe dewam dike.

Li Marsîlyayê Kurdistanî, ji bo 17 gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li çalakiyên xwe dewam dikin. Çalakî, çar roj in berdewam in. Gel, îro bi pêşengiya CÎK’a Marsîlyayê daket qadan. Piştî nimêja Înê ya li mizgefta Feqiyê Teyran, çalakî hatin lidarxistin. Meşa ku tê de berxwedana gerîla hat silavkirin, li ber şaredariyê veguherî mîtîngê.

Di axaftina ji aliyê mele ve hat kirin de, wiha hate gotin: “Divê her kes li dijî zilmê helwest nîşan bike, komkujiya bi çekên kîmyewî şermezar bike û hestyar be. Her kes divê li cihê ku zilm lê heye, tişta dikeve ser mil, pêk bîne. Divê her Kurdê misilman û bawermend, li dijî komkujiyên ku li dijî gerîla hatin kirin, bêdeng nemîne! Bingeha misilmantî û bawermendiyê, rabûna li ber zilmê ye! Divê her mirovê misilman û bawermend, li ber komkujiyên Erdogan û AKP-MHP’ê, rabe.”

Komîteya Amadeka a çalakiyê jî axivî û wiha got: “Em ê ji niha û bi şûn de tiştê ji milên me were, bikin. Em banga tevlêbûna çalakiyan li hemû gelê xwe dikin. Sibe wê li qada Vîeûx Port ku qada herî qelebalix a Marsîlyayê ye, ji bo balê bikêşin li ser bikaranîna çekên kîmyewî, wê cilên spî li xwe bên kirin û xeleka ji mirovan bê çêkirin. Em, banga tevlêbûna çalakiya ku wê saet di 14.00’an de bê kirin, dikin.”