Li Marsîlya bi hezaran kesan êrîşên kîmyewî şermezar kirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi hezaran kes hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk şermezar kirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi hezaran kes hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk şermezar kirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi hezaran kes ji bo şermezarkirina qetilkirina 17 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, daketin qadan. Kurdên welatparêz neçûn dibistanan û ser kar. Pankartekê mezin ê wêneyên gerîlayên qetilkirî li ser, alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de hatin hildan.
Ji bo balê bikêşin li ser êrîşên kîmyewî de, çalakgeran, cilên spî li xwe kirin û darbesteke li ser “Komara Tirkiyeyê me bi çekên kîmyewî dikuje, hûn ê dengê xwe nekin“ nivîsandî hilgirt.
Çalakgeran, li navenda bajêr bi pênc deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist, rê li çûn û hatina wesayîtan girt û darbest danî ber avahiya walîtiyê.
Berdevka TJK-E’yê Zozan Serhat ku li mîtîngê axivî, bang li gel kir ku ji bo gerîla bibe nefes û bang li welatên Ewropayê kir ku dev ji polîtîkaya dijminatiya Kurdan berdin û wiha got: “Çekên xwe yên kîmyewî ji Kurdistanê bibin! Destê xwe ji nav qirkirina ciwanên Kurd derbixin. Dayikên Kurd, divê dil, çav û guhên dayikên Kurd, jin, ciwan û gelê welatparêz li ser gerîla be!“
Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.