Li Marîgnaneyê çalakiya bêîteatiya sivîl
Endamên TCŞ'ê ji bo balê bikişînin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, ku PDK hevkariyê jê re dike, rêya Aûbagneyê li trafîkê girtin.
Endamên TCŞ'ê ji bo balê bikişînin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, ku PDK hevkariyê jê re dike, rêya Aûbagneyê li trafîkê girtin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li herêma Marîgnane ya bajarê Marsîlya yê Fransayê bi çalakiyeke bêîteatiya sivîl rêya Aûbagneyê li trafîkê girtin.
Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan û bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê dike.
Endamên TCŞ'ê bang li ciwanan kir ku li ber êrişên dagirkeriyê rabin û dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.