BI DÎMEN

Li Marîgnane coşa 15’ê Tebaxê

Li bajarê Marîgnane yê Fransayê salvegera têkoşîna çekdarî ya ku Tevgera Azadiya Kurd di 15’ê Tebaxa 1984’an de dayî destpêkirin, bi coş hate pîrozkirin.

Li bajarê Marîgnane yê Fransayê salvegera 41’an a têkoşîna çekdarî ya ku Tevgera Azadiya Kurd di 15’ê Tebaxa 1984’an de dayî destpêkirin, ji aliyê gelê welatparêz ve bi ruhê yekîtiya neteweyî û piştevaniyê hate pîrozkirin. Gel li Komeleya Çandê ya Kurd a Marîgnane hate ba hev.

Şahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Siyasetmedarê Kurd Kamil Akban di şahiyê de axivî û got, “15’ê Tebaxa 1984’an weke destpêka têkoşîna çekdarî ya PKK’ê, ji bo gelê Kurd xaleke werçerxê ya dîrokî ye. Ev dîrok weke destpêka têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a ku bandor li qada neteweyî û navneteweyî kiriye, tê qebûlkirin.”

Beşdaran li ber stranên Kurdî govend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî 15’ê Tebaxê” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Şahî heya derengî şevê dewam kir.