Li Marîagnanê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Marîagnan a Fransayê ji bo bîranîna şehîd Kendal Aras (Cenap Hopîkoglû) û hevalên wî çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Marîagnan a Fransayê ji bo bîranîna şehîd Kendal Aras (Cenap Hopîkoglû) û hevalên wî çalakî hate lidarxistin.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya rojên borî de ragihandibû ku gerîlayên bi navê Demhat Feraşîn, Cesur Spîndarok, Kendal Aras û Jîrwan Mahabad di 17’ê Kanûna 2018’an de li herêma Garê şehîd bûne. Li bajarê Marîagnan a Fransayê ji bo bîranîna şehîdan K çalakî hate lidarxistin. Di bîranînê de ji bo Îsyan Brûsk ê ku di sala 2017’an de şehîd bû, peyama bîranînê hate xwendin.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre malbat û xizmên şehîd Kendal Aras axivîn. Di axaftinan de îşaret bi têkoşîn, kesayeta şoreşgerî û keda şehîd Kendal Aras ya ji bo azadiya gelê Kurd hate kirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ew ê xwedî li bîranîn û mîrateya şehîdan derbikevin û wiha hat gotin: “Li ser her çiya û kevîra Kurdistanê şopa şehîdan heye.”
Çalakî piştî pêşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdan bi dawî bû.