BI DÎMEN

Li Mantes-la-Jolie 41’emîn salvegera pêngavê 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin

Çalakiya ku li bajarê Mantes-la-Jolie bi tevlîbûna gel çêbû de li ser wateya dîrokî û rojane ya pêngavê 15’ê Tebaxê bal hate kişandin.

Li bajarê Li Mantes-la-Jolie ya herêma Normandiyê ya Fransayê salvegera 41’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê bi coş hate pîroz kirin.

Çalakî ji bo şehîdên şoreşê ya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di axavtinên ku hatin kirin de şexsê fermandarê pêşeng a 15’ê Tebaxê Egît(Mahsum Korkmaz) de hate ziman ku ev gava dîrokî li hemberî mêtîngerî û qirkirina gelê Kurd bi hişmendî, îrade û biryardariyeke mezin re ji nû ve hebûnê xwe çêkir.

Di çalakiyê de Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtîyar Gabar hate bibîr anîn û hate ziman ku şehîd îradeya mîrasa azadî û hebûnê heta roja me yê îro anî. Di axavtinan de hate ziman ku hêza manewî ya 15’ê Tebaxê rastiya civaka azad a gelê Kurd avakir.

Her wiha anîn ziman ku ruhê 15’ê Tebaxê bi têkoşîna bênavber re û bi saya bangawaziya Rêber Apo ya Civaka Demokratîk û Aşitiyê re tenê herêmî ne, gihîşt biwareke gerdunî.