Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Mannheimê hatin bibîranîn

Li Mannheimê bi çalakiyekî Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Di bîranînê de têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk peyamên girîng hatin dayîn.

Li bajarê Mannehim ê Elmanyayê di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de şehîd hatin bibîranîn.

Bi dehan Kurdistanî tevlî bîranîna ku ji aliyê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Meclîsa Gel a Kurd a Mannheimê ve hat lidarxistin bûn.

Her wiha malbatên Cîger Goyî, Cuma Goyî, Armanc Azadî, Hogir Botan, Serbest Kiçî û Şevger Rojger ku di dema dawiyê de şehadeta wan hate ragihandin, tevlî bûn.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Nûnerê KOMAW’ê Loqman Cizîrî axivî û wiha got: “Em di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Eger e li vê derê wekî malbatekî bi hev re dirûnin, ev bi saya mîrateya berxwedanê ya şehîdên me ye.”

Loqman Cizîrî bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û bi bîr xist ku piştî vê bangê komekî gerîla ji bo pêşiya çareseriyê vekin, çekên xwe şewitandine. Loqman Cizîrî diyar kir ku divê ji hemû hewldanên ji bo sabote kirina pêvajoyê were dûrketin û wiha got: “Ne girîng e ku kî çi gotiye, kijan televîzyona çi daye. Daxuyaniyên ku çapemenî û Tevgera me dane hene. Ya girîng peyamên Rêber Apo û Tevgera me ye.”

Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana berxwedêrên 14’ê Tîrmehê dewam kir û piştre bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” ve “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.