Li Lûzernê çalakiya protestoyî: Dawî li mirinên li behrê bînin!
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê karesata koçberên li peravên Yewnanîstanê hat protestokirin û gotin, “Dawî li mirinên behrê bînin.”
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê karesata koçberên li peravên Yewnanîstanê hat protestokirin û gotin, “Dawî li mirinên behrê bînin.”
Li peravên Nîvgirava Peloponez a Yewnenîstanê, keştiyê ku koçber û penaber tê de bûn binav bû. Komkujiya penaberan li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hat proestokirin.
Bi tevlîbûna NoFrontex, Solînetz, AûtonemêSchûle û gelek rêxistinên koçber û sîvîl li Bahnhoflatzê mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiya ku pankarta “Sînoran ji her kesî re vekin” hat vekirin de, navê kesên di trajediyê de jiyana xwe ji dest dane, li ser kaxezan hatin nivîsandin û li panoyê daliqandin.
Di daxuyaniya çalakiyê de hat gotin ku sedema bingehîn a trajediyê polîtîkaya Yewnanîstanê ya paşve xistina penaberan e û wiha hat gotin: “Berî qezayê erkdarên ewlehiya peravê û keştiyên balhilgir bi rêya telsizê teklîfa alîkariyê kirin, lê koçberan qebûl nekirin û gotin ku dixwazin biçin Îtalyayê. Em dipirsin; Çima mirovên li behrê ditirsin bi rayedarên Yewnan re hevdîtinê bikin? Sedema bingehîn ya vê polîtîkaya paşve xistina penaberan a Yewnanîstanê ye.”
Di çalakiyê de peyama bi deng yê koçbereke ku ji keştiyê bi saxî rizgar bûye, hat guhdarkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên, “Dest ji sûcdarkirina kesên ku hewl didin ji tundiya we birevin berdin”,“Dawî li mirinên li behran bînin!”, “Paşvexistinan rawestînin”, “Sînorên Ewropayê hilweşînin!” bi dawî bû.