Li Lozanê standa agahdarkirinê hat danîn

Li standa agadarkirinê ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de her hefte li Lozanê tê danîn, banga hestiyariyê hat kirin û pirtûk hatin belavkirin.

Li Swîsreyê çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve di 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin, dewam dikin.

Li bajarê Lozanê di çarçoveya pêngavê de hef hefte ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) û Meclîsa Jinê ya Lajîn ve standa agahdarkirinê li qada St. Laûrentê tê danîn.

Di çalakiya vê hefteyê de ji aliyê çalakvanan ve belavokên bi Fransî ya di çarçoveya pêngavê de hatibûn amadekirin û pirtûkên Rêberêr Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga hestiyariyê hat kirin. Çalakî di saet 17:00’an de bi dawî bû.