Kurdistanî bi wesîleya salvegera 102’emîn salvegera Peymana Lozanê li bajarê Lozan a Swîsreyê li hev kom bûn û peyman protesto kirin. Peymana ku Kurdistan kir çar parçe û sedsal li ser gelê Kurd û herêmê komkujî, asîmîlasyon û înkarkirin pêk anî bi meş û mîtîngek girseyî şermezar kirin.
Bi pêşengiya 17 tevgerên Kurdistanî, di nav wan de KCK, KNK, PUK, Tevgera Goran, Rêveberiya Xweser a Rojava, KCDK-E, TJK-E, PJAK, ESU, PÎK û PYD hene, bi hezaran kes li Qada Jean-Monnet kom bûn û ber bi Château d'Ouchy ya dîrokî a ku danûstandinên Peymana Lozanê lê dihatin kirin ve meşiyan. Kurdên ji bajarên cuda yên Swîsreyê, nûnerên sazî, rêxistin û komên hevgirtinê yên cuda yên Swîsreyê tevlî meşê bûn û piştgirî dan meşê. Beşdaran bi hilgirtina pankartan û berzkirina dirûşmeyan, binpêkirinên mafên mirovan ên sedsal in didomin, cudakariya siyasî û rewşa heyî ya Lozanê protesto kirin.
ZUBEYDE ZUMRUT: EM Ê QET QEBÛL NEKIN
Beriya meşê Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut têkildarî encamên giran ên sedsala Peymana Lozanê yên li ser Kurdan û gelên herêmê axivî. Zubeyde Zumrut diyar kir ku gelê Kurd tu carî Peymana Lozanê qebûl nekiriye û got, "Me sed sal li hember vê peymana înkarê li ber xwe da. Me tu carî ev peyman qebûl nekiriye û em ê tu carî qebûl nekin. Divê ev şerm bi dawî bibe." Zubeyde Zumrutt li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin jî rawestiya û destnîşan kir ku ew ê ji bo serketina vê pêvajoyê xebatên xwe bidomînin.
EGGENBERGER: HEYA LOZAN NEHÊ JÊBIRIN, LI ROJHILATA NAVÎN AŞTIYÊ NABE
Piştî Zubeyde Zumrut, li ser navê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Julien Eggenberger axivî. Eggenberger bi bîr xist ku gelê Kurd li Lozanê bi îxanetê re rû bi rû man û got: "Peymana Lozanê ne tenê -soza xweseriya Kurdan a ku di Peymana Sevrê de hatibû nivîsandin - betal nekir, di heman demê de bi mîlyonan jin û mêr jî sedsal bi zilmê rû bi rû man. Hebûna wan ji nexşeyan birin, zimanê wan, çanda wan, mafê wan ê jiyana azad hate înkarkirin. Sedsal şûnde jî ev bêedaletê hîn jî didome. Kurd hîn jî belav bûne, rastî zilmê hatine û ji cih û warên xwe hatin derxistin. Lê divê were zanîn ku berxwedana we ji wan bihêztir e. Divê em vê yekê bi dengekî bilind bibêjin: Peymana Lozanê ne tenê peymanek kevn û bi toz e; ew birînek vekirî ye. Heta ku ev birîn neyê naskirin û edalet pêk neyê, li Rojhilata Navîn aştiya mayinde ne mimkun e. Hûn demek dirêje di bin zilm û bê edaletiyê de jiyan. Çanda we, zimanê we, nasnameya we hate înkarkirin."
'TÊKOŞÎNA TE JI BO CÎHANÊ BÊ MÎNAK’
Lê tu carî we serî netewand. We li ber xwe da. We mafê xwe yê hebûnê, mafê xwe yê axaftina bi zimanê xwe, veguheztina çanda xwe, diyarkirina çarenûsa xwe parast. Têkoşîna we ji bo hemû kesên ku edalet û azadiyê dixwazin bûye mînakek. Ji ber vê yekê em îro li vir li gel we ne! Heta niha jî ev zilm berdewam dike. Nûnerên we yên hilbijartî girtî ne, dengê we tê qutkirin, mafên te tên binpêkirin. Em van van pêkanîna bi we re şermezar dikin. Em daxwaza bidawîanîna zilmê, naskirina mafê we yê diyarkirina çarenûsê dikin. Bijî azadî! Bijî hevgirtin! Bijî berxwedana gelê Kurd.”
DAKKUS: DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ROLA XWE BILÎZE
Piştî Eggenberger, Parlamentera Partiya Kesk a kantona Vaud a Swîsreyê axivî. Dakkus bal kişand ser ku Peymana Lozanê ya ku Kurdan sedsal mehkûmî înkar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku mafên bingehîn ên Kurdan nas bikin û azadiya wan misoger bikin.
SCHWAP: DIVÊ DAWÎ LI VÊ ŞERMÊ BÎNIN
Beriya meşê nûnerê Partiya Karkerên ê Lozanê yê Swîsreyê Julien Schwap axivî. Schwap diyar kir ku Peymana Lozanê projeyek emperyalîst e û ji bo civaka navneteweyî şermek e. Schwap bi bîr xist ku encamên wê ji bo Kurdan pir giran bû. Schwap diyar kir ku dem hatiye ku ev peyman bi dawî bibe û destnîşan kir ku pêwîst e di her alî de hevgirtina bi gelê Kurd re zêde bibe. Schwap li ser girîngiya pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve tê rêvebirin jî rawestiya û diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewleta Tirk gavên şênber bavêje.
Piştî axaftinan, girse ber bi Chateau d'Ouchy ya dîrokî, cihê danûstandinên Peymana Lozanê, meşiya. Tevî barana zêde jî, girseyê pankartên bi nivîsên "Em Lozanê qebûl nakin" û "Peymana Lozanê peymanek qirkirinê ye" hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên ku hêrsa xwe ya li hember peymanê diyar dikirin qîr kirin.
Girse piştî axaftinan di bin baran dijwar de ber bi avahiya dîrokî ya Ouchy ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Peymana Lozanê qevûl nakin”, Peymana Lozanê peymana qirkirinê ye” hilgirtin û bi berzkirina dirûşmeyan hêrsa xwe yanli hemberî Peymana Lozanê anîn ziman.
Piştî meşê li ber avahiya dîrokî Ouchyê ku peyman lêmhat îmzekirin mîtîng hat lidarxistin. Li ser navê partî, rêxistin, tevger û komên olî yên Kurd axaftin hatin kirin.
DEKLARASYONA LOZANÊ YA KNK’Ê
Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li qada mîtîngê danezana 102’emîn salvegera Peymana Lozanê ragihand. Danezan ji aliyê Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus ve hat xwendin. Di danezanê de banga yekîtiya neteweyî di navbera partî û saziyên Kurd de hat kirin û li ser pêwîstiya pêşxistina stratejiyeke hevpar li dijî statûkoya Lozanê hat rawestandin.
YNK: DIVÊ HELWESTEKE HEVPAR BÊ NÎŞANDAN
Piştî danezana KNK’ê, nûnerê YNK’ê Bextiyar Şêxanî axivî. Şêxanî, diyar kir ku Peymana Lozanê qet ji aliyê Kurdan ve nehatiye qebûlkirin û anî ziman ku li dijî Lozanê hewceyî bi helwesteke yekgirtî heye. Şêxanî destnîşan kir ku gelê Kurd tevî trawmaya giran a ku kişandiye jî, nasname û çanda xwe parastiye û got, "Her çiqasî welatê me parçekirî be jî, hêzên dagirker negihîşti armancên xwe. Ji niha û pê ve ya girîng ew e ku nerazîbûna xwe ya li dijî vê peymanê bi helwesteke hevpar nîşan bidin."
ZUBEYÎR AYDAR: EM JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ AMADE NE
Endamê Konseya Rêveberî a KCK’ê Zûbeyîr Aydar di axaftina xwe de diyar kir ku ew statûkoya Lozanê qebûl nakin û wiha got: “Em îro li vir in da ku careke din eşkere bikin ku em vê statûkoyê nas nakin. Di dema ku ev statûko ber bi hilweşînê ve diçe, divê em Kurd bi stratejiyeke hevpar bên ba hev. Dema ku peymaneke nû tê çêkirin, divê em amade bin. Ger em yek bin, em bikarin di civînên ku bên kirin de cih bigirin. Ger stratejiyeke me ya hevpar hebe, em dikarin statûya Kurdistanê bidin qebûlkirin. Erka me divê ev be. Li vir KNK’ê daxuyaniyek belav kir, em wekî KCK ji bo cîbicîkirina her bangeke di vê daxuyaniyê de amade ne. Em ji bo her tiştê ku dikeve ser milê me ye amade ne. Ji bo konferansa yekîtiya neteweyî jî em amade ne ku erkên xwe bi cih bînin. Em careke din li vir daxuyaniyê didin, em ji bo konferansa yekîtiya neteweyî amade ne. Werin em yek bin, Lozana ku li ser me hatiye ferzkirin parçe bikin, azadiya gelê xwe û statûya welatê xwe ava bikin.”
SALIH GEDO: JI ROJAVA NETIRSIN
Piştî Aydar, Serokê Partiya Demokratîk a Çep a Kurdên Sûriyê Salih Gedo axivî. Gedo axaftina xwe bi şermezarkirina Peymana Lozanê dest pê kir û got ku Lozanê ji bo Kurdan wateya xwe winda kiriye. Gedo destnîşan kir ku êdî gelê Kurd statûkoya Lozanê qebûl nake û wiha berdewam kir: “Kurd êdî ne ew Kurdên beriya sed salan in. Îro gelê me li her parçeyekê yekîtî û hêza xwe nîşan daye. Li her parçeyekê Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de divê em yek bin. Pêvajo û banga dîrokî ya ku Rêber Apo dest pê kir ji bo hemû Kurdan girîng e û divê bê piştgirîkirin.” Gedo her wiha tekez kir ku kes ji Rojava netirse û got: “Rojava bi xwîna bi hezaran şehîdan hat avakirin. Parastina Rojava erka me hemûyan e.”
HEVAL EBUBEKÎR: PÊVAJO BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ LI SER ME FERZ DİKE
Piştî Gedo, Walîyê Silêmaniyê Heval Ebubekîr axivî. Ebubekîr di axaftina xwe de bal kişand ser wêrankariyên giran ên ku Lozanê li ser Kurdan ferz kirine û behsa pêşketinên li çar parçeyên Kurdistanê kir. Wî got ku li herêmê hevsengiyên bingehîn diguherin û ev pêşketin berpirsyariyeke dîrokî ya yekbûnê li ser hemû Kurdan ferz dike.
BANG LI TEVGÊRÊN KURD Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Piştî Walîyê Silêmaniyê Heval Ebubekîr, nûnerên saziyên Kurdistanî yên ku di çalakiyê de cih girtin axivîn. Di axaftinên ku li ser navê PJAK, GORAN, PÎK, Rêveberiya Xweser a Rojava, Suryanî, Asûrî û gelek tevgerên din hatin kirin de hate gotin ku gelê Kurd tu carî Peymana Lozanê qebûl nekiriye. Her wiha hate diyar kirin ku di çarçoveya hevsengiyên nû yên herêmî û navneteweyî de peymaneke alternatîf mimkun e. Di axaftinan de hate tekez kirin ku di ronahiya pêşketinên herêmî de yekîtiya neteweyî neçarî ye û banga li hêzên navneteweyî hate kirin ku neheqiya dîrokî ya beriya 102 salan bê naskirin û bi peymaneke nû ev yek bê telafîkirin.
Mîtîng piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.