BI DÎMEN

Li Lozanê çalakiya Cejna Zimanê Kurdî: Sazîbûna Kurdî pêdiviyeke lezgîn e

Ji ber Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê, li bajarê Lozanê panel û şahiyeke muzîkê hat lidarxistin. Di çalakiyê de têkoşîna dîrokî ya zimanê kurdî hat nîqaşkirin û her wiha di çalakiyê de avakirina Med-Çandê hat ragihandin

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê de panel û şahiyeke muzîkê hat organîzekirin. Di çalakiya ku bi beşdariyeke girseyî birêve çû de, geşedana dîrokî ya zimanê kurdî, asta sazîbûnê û xebatên çandî yên li Ewropayê hatin nirxandin.

MED-ÇAND LOZAN AVAKIRINA XWE RAGIHAND

Di çarçoveya çalakiyê de her wiha avakirina Med-Çand Lozanê hat ragihandin. Hat diyarkirin ku armanca vê pêkhateya nû, pêşxistina xebatên çandî û zimanî yên kurdî yên li Lozanê ye.

Piştî panelê, hunermenda kurd Axîn Tatlı derkeft ser dikê û bi stranên ku gotin, demên xweş û tije muzîk da jiyandin. Çalakî bi girtina govendê û stranan bi dawî bû.