BI DÎMEN

Li Lozanê Şehîdên Mehê Gulanê hatin bîranîn

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê di bernameyeke bîranînê de, Şehîdên Mehê Gulanê hatin bîranîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya dîrokî ya meha Gulanê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê û banga xwedîderketina li mîrasa têkoşînê ya şehîdan hate kirin

Ji bo Şehîdên Mehê Gulanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) pêk hat de, li ser cihê meha Gulanê yê di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de û girîngiya wê ya di kevneşopiya berxwedanê de hat sekinandin.

Bername bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir û li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şînasî Atli axaftina vekirinê kir. Atli nirxandina wateya dîrokî ya meha Gulanê ya di têkoşîna azadiya Kurd de kir û diyar kir ku bi taybetî piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, zindan bûn yek ji qadên herî girîng ên berxwedanê. Atli got: "Agirê berxwedanê yê ku Mazlum Dogan di roja Newrozê de pêxist, bi çalakiyên fedaî yên ku wek Şeva Çaran derbasî dîrokê bûn mezin bû û veguherî meşa azadiyê ya gel."

Piştre siyasetmedarê Kurd Serhed Agirî axivî û kadroyên pêşeng ên ku di meha Gulanê de şehîd bûne bi bîr anî. Agirî diyar kir ku meha Gulanê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê mîraseke girîng a dîrokî ye û bal kişand ser rola şehadeta Hakî Karer a di dîroka têkoşînê û pêvajoya partîbûnê de. Agirî di dawiya axaftina xwe de li ser geşedanên siyasî yên rojevê nirxandin kirin.

Piştî wî Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Lozanê Mûsa Îtah axivî û di serî de Şehîdên Mehê Gulanê, hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr anîn. Îtah anî ziman ku gelê Kurd li dirêjahiya dîrokê berdêlên giran daye û weha axivî: "Gelê Kurd di her serdemê de di oxira têkoşîna azadiyê de bi hezaran zarokên xwe winda kirine. Lê hinek şehadet hene ku bûne xalên wergêranê yên ku herikîna dîrokê guhertine. Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Necmî Ôner, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û bi hezaran şehîd, mîraseke mezin a têkoşînê ji me re hiştine."

Piştî axaftinan, sînevizyona ku ji bo Şehîdên Mehê Gulanê hatibû amadekirin hat nîşandan. Bernameya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.