BI DÎMEN

Li Lozan û Bernê ji bo Pirsûsê banga edaletê hate kirin

Di salvegera 10’emîn a Komkujiya Pirsûsê de li bajarên Lozan û Bernê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de îşaret bi berdewamiya polîtîkayên faşîst-qirker û komkujiyê ya ji Pirsûsê heta roja me ya îro hate kirin.

33 ciwanên ku endamên tevgera ciwanên sosyalîst û şoreşger bûn û 20’ê Tîrmeha sala 2015’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk hatin qetilkirin, li bajarên Lozan û Bern ên Swîsreyê hatin bi bîr anîn.

LOZAN

Çalakiya bîranînê ya li Lozanê li ser banga Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (ÎGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (CDK-LZN), Meclîsa Jinan a Lajîn û Meclîsên Komuna Şoreşger a Ewropayê li Qada Saint Laurent hate lidarxistin.

Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyaniya çapemeniyê ya Konfederasyona Karkerên Koçber (AVEG-KON) ya bi Fransî hate xwendin.

Nûnerê ÎGÎF’ê Alî Orak di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku Pirsûs ne tenê komkujiyek parçeyek ji terora dewletê ya sîstematîk e. Alî Orak wiha got: “Zîncira komkujiyê ku bi Pirsûsê re destpê kir û bi Komkujiya Gar a Enqereyê dewam kir, îro li Rojava, Şengal û Filîstinê bi heman zîhniyetê dewam dike."

BERN

Bîranîna li paytext Bernê jî li ser banga saziyên şoreşgerî li Qada Casinoyê pêk hat. Bîranîna ku bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir, bi daxuyaniya li ser navê ÎGÎF’ê ya bi Elmanî dewam kir. Piştre nûnerên saziyên şoreşgerî mafê axaftinê girtin û komkujiya Pirsûsê şermezar kirin.

Di axaftinan de ne tenê Tirkiye; îşaret bi siyaseta îmhayê ya Îranê li dijî Kurdan, Îsraîlê li dijî Filîstiniyan, DAÎŞ’ê li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn hate kirin. Hate diyarkirin ku ev êrîş parçeyek ji pergala emperyalîst-kedxwar e û li dijî vê pergalê îşaret bi girîngiya berxwedana şoreşgerî hate kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên li dijî faşîzîm û dagirkeriyê bi dawî bû.