Li Londrayê li dijî êrîşên dagirker meş hate lidarxistin
Kurd û dostên wan li Londrayê bi meşekê polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk û êrîşên dagirker şermezar kirin.
Kurd û dostên wan li Londrayê bi meşekê polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk û êrîşên dagirker şermezar kirin.
Bi banga Meclîsa Gelê Kurd Kurd û dostên wan li Londrayê li pêşiya Cîvîc Centreyê hatin ba hev. Pêkhateyên HBDH’ê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de alayên YPG, YPJ, flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dovîzên ‘Erdoganê terorîst’ hatin hildan.
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal di çalakiyê de axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser qadên gerîlayan da. Akbal got “Divê dewleta Tirk bizanibe gerîla gel bi xwe ye. Wê polîtîkayên qirkirinê tu carî bi ser nekeve. Wê ev gel faşîzma Erdogan hilweşîne. Çawa ku li Zap û Garê têk çûn wê dîsa têk biçin.”
Li ser navê Kurdîsh Solîdarîty Campaîngê Nîck Matheoû diyar kir ku dostê herî mezin ê gelê Kurd çiya ye û got “Wê faşîzm li hemberî çiyayên gelê Kurd têk biçe. Mifteya azadiyê li çiyayên Kurdistanê ye.”
Şiwan Başûr jî li ser navê KCDK-Başûr axivî û diyar kir ku divê dagirkerî ji axa Kurdistanê were avêtin.
Piştî axaftinan girse ber bi avahiya KCC’ê ya li Harîngehê meşiya. Di meşê de kesên li derdorê eleqeyeke mezin nîşanî çalakgeran da.