Li Londonê zêdetirî 40 hezar Kurdistanî ji bo Rojava li qadan bûn
Bi banga tevgerên Kurd li Londonê zêdetirî 40 hezar Kurdistanî hatin cem hev, êrişên li ser Rojava protesto kirin û tekez kirin ku Kurdistan wê azad bibe û ew ê Rojava biparêzin.
Bi banga tevgerên Kurd li Londonê zêdetirî 40 hezar Kurdistanî hatin cem hev, êrişên li ser Rojava protesto kirin û tekez kirin ku Kurdistan wê azad bibe û ew ê Rojava biparêzin.
Bi banga tevgerên Kurd, ji her çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 40 hezar kes bi diruşma "Ji şerê li dijî Kurdan re na" li ber avahiya BBC’yê ya li navenda bajêr kom bûn. Ji her bawerî û pêkhateyên Kurdistanî; ji Elewî heta Sunnî, ji Êzîdî heta Suryanî beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha tevî hemû rêxistinên Kurdistanî, saziyên Elewiyan, komên çep ên şoreşger, pêkhateyên ekolojîk û dostên Kurdan jî li qadê amade bûn.
Bi deh hezaran kesan silav li şervanên berxwedana Rojava kirin û bi domdarî diruşmên wekî “Bijî YPG-YPJ”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Rojava-Rojhilat Kurdistan yek welat e”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.
Jinên Kurdistanî bi kincên neteweyî û ciwan jî bi kincên gerîla tevlî çalakiyê bûn. Bi sedan alên YPG û YPJ’ê û alên Kurdistanê hatin hildan. Çalakiya ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, bi sirûda neteweyî ya Kurdistanê “Ey Reqîb” û bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di vê kêliyê de girseyê diruşma “Şehîd namirin” qîriyan.
Girseya ku bertek nîşanî hikûmeta Brîtanya û medyaya sereke da, berê xwe da avahiya BBC’yê û diruşma “Shame on you” berz kirin.
Li dijî birîna porê şervaneke jin ji aliyê çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê ve li Reqayê, jinên Kurdistanî porê xwe hûnandin. Pankartên mezin ên enternasyonalîstên ku ji Brîtanyayê tevlî YPG’ê bûbûn û şehîd bibûn û wêneyê Firaz Dag hatin hilgirtin. Her wiha pankartên bi nivîsa “Defend Rojava” li qadê cih girtin.
Ji siwareyên anonsê marşên Rojava hatin lêdan û beşdaran bi coş marş û diruşm berz kirin. Diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” mohra xwe li çalakiyê da û jinan bi erbane û daholan tempo girtin.
Di axaftinên li ber avahiya BBC’ê de hat destnîşankirin ku li dijî êrişên HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk û çeteyên din ên cîhadî, gelê Kurdistanê dê parastina xwe ya rewa wekî yekparçeyek bimeşîne. Di axaftinan de peyama “Em ê Rojava biparêzin. Em ê Kurdistanê azad bikin” hat dayîn. Di axaftina li ser navê Civaka-Azad de, di şexsê şehîd Ziyad Heleb de hemû şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn û têkoşîna fedaî ya şervanên Kurd a li dijî çeteyên ku dewleta Tirk xwedî dike, hat silavkirin.
Di axaftinan de polîtîkayên faşîst û nîjadperest ên li dijî gelê Kurd hatin rexnekirin. Hat gotin ku gelê Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê li dijî çeteyên barbar ên cîhadî berdêlên giran dane û bi deh hezaran şehîd dane. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Îro wan barbaran bi kirevatan derdixin pêşberî me. Bi destê van terorîstên qirevatkirî êrişî Rojava dikin ku mîmarê demokrasî, azadî û aştiyê ye. Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên qirêj û qirker nikare berxwedana gel bişikîne. Gelê Kurdistanê dê xwe biparêze, em ê Rojava biparêzin û Kurdistanê azad bikin. Divê hêzên navneteweyî jî li dijî van sûcên şer bikevin tevgerê."
Di dawiya axaftinan de hat gotin ku gelê xwedî çiyayên azad e tu carî nayê têkbirin û peyama: “Em Mahabad in, Urmiye ne, Hemrewan in, Amed in, Dêrsim in, Botan in, Hewlêr in, Kobanê ne, Silêmanî ne; em Başûr-Bakur, Rojava-Rojhilat in. Em Kurdistan in” hat dayîn. Bi deh hezaran kesî diruşmên “Kurdistan Yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.