Li Londonê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Kurdistaniyan li pêşiya Serokwezîrtiya Londonê çalakiyek kirin, êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Kurdistaniyan li pêşiya Serokwezîrtiya Londonê çalakiyek kirin, êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Kurdistaniyan li ser banga Meclîsa Gelê Kurd li pêşiya Serokwezîrtiya Londonê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin qîrkirin.
Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku divê Îngîltere tavilê bazirganiya xwe ya çekan a bi Tirkiyeyê re dawî bike, li dijî êrîşên dagirkeriyê ya li Kurdistanê bibe xwedî helwest.
Di axaftinên li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya û Meclîsa Gel a Kurd a Londonê hate gotin ku dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîşî hemû destkeftiyên gelê Kurd dike.