BI DÎMEN

Li Londonê şeva piştgiriya bi Can TV’yê re hate lidarxistin

Li cemxaneya Londonê ji bo piştgiriya bi Can TV’yê re çalakî hate lidarxistin.

ŞEVA CAN TV

Li paytexta Îngilîstanê Londonê bi boneya piştgiriya bi Can TV’yê re li cemxane çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de Wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Cemxane, Navenda Civaka Kurd, komeleyên herêmî û gelek kes amade bûn.

Di çalakiya şeva piştgiriyê de Mehmet Yûksel axivî û got, “Divê em xwedî li saziyên xwe derkevin û ji bo bigihê heqîqetê biparêzin.”

Di çalakiyê de hunermend Gulseven Medar û Suna Alan derketin ser dikê. Hunermend bi zimanê Kurdî, Tirkî û Ermenî stran û klam gotin.

Her wiha Serokê Cemxaneya ÎAKM Îbrahîm Has, hevserokên BAF'ê Dîlek Încedal û Mûslûm Dalkiliç û li ser navê Navenda Civaka Kurd axaftin hat kirin. Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku ji ber çapemeniya azad rastiya desthilatdariyê û hêzên hegemonîk ji civakê re radigihînin rastî zextê dijwar tên.

Hevseroka BAF’ê Dîlek Încedal jî got, “Parastina kedkarê çapemeniyê rûmetek e. Ev kevneşopî di encama berdêlên giran de hate roja îro hatiye. Em ji bo dengê heqîqetê Can TV’yê spas dikin.”

PEYAMA YEKÎTÎ Û HEVGIRTINÊ

Nûnera Can TV a Brîtanyayê Elîf Tabak, anî ziman ku Can TV ne bi sermayeyê, bi yekîtî û keda hemû hevrêyan xebatên xwe didomîne û destnîşan kir ku desthilatdarî ji bo dagirkirina cihekî ewil çapemeniya azad hedef digire û got, “Di vî alî de di têkoşîna parastina nirxên azadî û wekheviyê de xwedîderketina li çapemeniya azad, pêwîstiyeke têkoşînê ye."

Nûnerên rêxistinên Elewiyan û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî peyamên hevgirtinê dan.

Piştre wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Rojava ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine qetilkirin bibîr xist û behsa pêvajoya muzakereyan kir.

Bozan, da zanîn ku pirsgirêka sereke ya li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û got ku divê ev pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakereyan bê çareserkirin.

Bozan, behsa desteserkirina şaredariyan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, girtin û zextên li Tirkiyeyê kir û got ku ew ê di rewşeke wiha de çawa bawerî bidin dewleta Tirk?

Bozan got, “Kevneşopiyeke me ya têkoşînê heye ku nêzî 50 sal in li Rojhilata Navîn li ser piyan e. Em bi kevneşopiya xwe ya ku ti carî serî li ber zext, komkujî û êrîşên qirkirinê natewîne û her tim li aliyê rastî û heqîqetê şer dike, bawer in."

Di dawiya çalakiyê de Hunermend Merwan Şan derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.