Kurdish Affairs Centre ku navenda wê li Londonê ye, di Parlamentoya Brîtanyayê de bi sernavê “Pêşeroja Îranê: Rewşa Heyî ya Gelên li Îranê û Perspektîfên ji bo Pêşerojê” panelek li dar xist.
Panel bi mazuvaniya parlamenter Bambos Charalambous pêk hat û nûnerên ji Kurd, Belûç, Erebên Ahvazî, Azerbaycanîyên Başûr û muxalefeta Îranê tê de cih girtin. Wekî axivger Azadeh Zabeti, Rozerîn Kamangar, Dr. Khalaf Al Kaabi, Mahmud Bilgin, Rahim Bandoie û Siamand Moeini beşdar bûn.
Di panelê de pêşeroja siyasî ya gelên Kurd, Belûç, Ereb, Azerbaycanî û gelên din ên Îranê, pêvajoya veguhertina demokratîk, binpêkirinên mafên mirovan, azadiya jinê, mafê diyarkirina çarenûsa xwe û aramiya herêmî hatin nirxandin.
Li ser navê Kurdish Affairs Centre, Xezal Ozcan axaftina vekirinê kir. Ozcan di panela “Rewş û Perspektîfên Gelên Di Nav Îranê De” de diyar kir ku şoreşa 1979’an a li Îranê ji destê gelan hatiye dizîn û soza azadiyê veguheriye rejîmeke zext, înkar û tirsê. Wê destnîşan kir ku gelên li Îranê êdî li ser bingeha demokratîk, piralî û wekheviyê pêşerojeke nû daxwaz dikin. Ozcan anî ziman ku divê Kurd, Belûç, Erebên Ahvazî, Azerbaycanî, Tirkmen û hemû gelên din bi hev re pêşeroja Îranê diyar bikin û berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” û Mahsa Jina Amînî silav kir. Ozcan bang li civaka navneteweyî kir ku têkiliyên rastîn bi hêzên muxalefeta demokratîk re deynin û got ku gelê Kurd ne amûrê tu hêzeke derve ye; têkoşîna wan li ser bingeha azadî, demokrasî û mafên mirovan e.
NAVÊ REJÎMÊ; MIRIN Û TUNDÎ YE
Piştre nûnera Rêxistina Mucahîdên Gel a Îranê û Seroka Komîteya Hiqûqnasan Azadeh Zabeti axaftinek kir û diyar kir ku dîktatoriya monarşîk û teokratîk bi dehan sal in zext, darvekirin, îşkence û cudakariyê li ser gelan ferz dike.
Zabeti got ku gelê Îranê ne mecbûr e di navbera turban û tacê de hilbijartinekê bike û ev her du jî du rûyên heman hişmendiya otorîter in. Wê destnîşan kir ku di 47 salên dawî de rejîma Îranê muxalifên siyasî darve kirine, jinan bi awayekî sîstematîk di bin zextê de girtine û hewl dane gelên cuda ji hev parçe bikin.
Zabeti diyar kir ku gelê Îranê dev ji daxwaza azadiyê bernedaye û got: “Di sala 1988an de zêdetirî 30 hezar girtiyên siyasî hatin înfazkirin. Faîlên vê komkujiyê îro hîn jî li ser desthilatdariyê ne. Pêşeroja Îranê ne bi zextê, lê bi demokrasiyê dikare were avakirin. Ji bo hemû gelên li Îranê, bi taybetî ji bo Kurdan, divê mafên wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayikê, azadiya çandî û beşdariya siyasî ya rastîn pêk were.”
Zabeti bal kişand ku jin di eniya herî pêş a berxwedana Îranê de ne û diyar kir ku zêdetirî nîvê endamên Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê jin in û seroka wan a hilbijartî Maryam Rajavi ye. Wê got: “Bêyî wekheviya tam a jinan, demokrasiya rastîn ne pêkan e.” Zabeti diyar kir ku polîtîkayên lihevkirinê yên Ewropa û DYE’yê yên li hemberî rejîmê bi ser neketine û bang li civaka navneteweyî kir ku li kêleka têkoşîna demokratîk a gelê Îranê bisekinin.
JIN JIYAN AZADÎ ŞIKESTINEKE DÎROKÎ YE
Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya KJARê Rozerîn Kamangar, ji ber astengiya vîzeyê bi rêya dîmen (vîdeo) beşdarî panelê bû û bal kişand ser rola diyarker a têkoşîna azadiya jinê di pêvajoya demokratîkbûnê de.
Kamangar diyar kir ku kevneşopiya dewletê ya li Îranê di dirêjahiya dîrokê de li ser despotîzma baviksalarî hatiye avakirin, lê di heman demê de bi dîroka berxwedana jinan û gelên bindest hatiye teşegirtin. Wê got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ne tenê redkirina jiyana ku rejîmê ferz kiriye ye; di heman demê de veguherîna jinê ye ku bûye pêşenga azadî, wekhevî û veguhertina demokratîk.”
Kamangar anî ziman ku Komara Îslamî ya Îranê sîstemeke weha ye ku nayê reformkirin û jin û gelên bindest rê nadin ku nîzameke nû ya otorîter dîsa were hilberandin. Wê bal kişand ser girtinên girseyî, darvekirin û tecrîda di girtîgehan de û destnîşan kir ku jinên mîna Zeyneb Celaliyan, Werişe Muradi û Pexşan Ezizi bûne sembola berxwedanê. Wê got, “Komara Îslamî bi salan e li dijî gelê xwe, bi taybetî li dijî jinan şer dimeşîne” û diyar kir ku tevgera Jin, Jiyan, Azadî ne tenê ya jinan, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya tevahiya civakê ye. Kamangar axaftina xwe bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî kir.
PJAK: ÇARESERÎ DIYALOG Û SÎSTEMA DEMOKRATÎK E
Piştî Rozerîn Kamangar, endamê Konseya PJAKê Siamand Moeini axivî. Moeini sîstema heyî ya li Îranê wekî "avahiyeke zextkar û navendperest ku di bin kontrola Pasdaran de ye" pênase kir û got ku gelên li Îranê di dirêjahiya dîrokê de bi hev re jiyane, lê dewletê hewl daye vê cihêrengiyê bitepisîne.
Moeini destnîşan kir ku pirsgirêk ne bi şer û tundiyê, lê bi diyalogê dikarin werin çareserkirin û got ku pêşeroja Îranê bi sîstemeke demokratîk a ku Kurd, Belûç, Tirk û gelên din dihewîne dikare were avakirin. Moeini got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ne tenê li kolanê, di ramana mirovan de jî veguherînek mezin çêkir.” Wê bal kişand ku bêyî azadiya jinê, demokrasiya rastîn pêkan nîn e.
NASNAME HATIN ÎNKARKIRIN
Berdevkê Partiya Demokrat a Azerbaycana Bakur Mahmud Bilgin jî destnîşan kir ku Îran ne welatekî yek-nasnameyî ye, welatekî pirhalkî û pirzimanî ye û ev sed sal in rêveberiyên Fars-navend rastiya civakî ya welat înkar dikin.
Bilgin diyar kir ku tevgera Azerbaycana Başûr bi rêbazên aştiyane û demokratîk têkoşînê dimeşîne û got: “Heta ku nasnameya bi mîlyonan mirovan were înkarkirin, mirov nikare behsa demokrasî û edaletê bike. Ger li Îranê guhertineke rastîn tê xwestin, divê îradeya Kurd, Tirk, Ereb, Belûç û hemû gelên din bê naskirin.” Bilgin anî ziman ku sîstemên navendperest nikarin bi zext û tirsê li ser piyan bimînin û çareserî bi mafê diyarkirina çarenûsa gelan pêkan e. Wî bi dirûşma “Pêşeroj ya me ye” dawî li axaftina xwe anî.
BELÛÇ RÛ BI RÛYÎ CUDAKARIYÊ NE
Sekreterê Giştî yê Partiya Gel a Belûçistanê Nasser Boladai diyar kir ku gelê Belûç tevî Kurd, Erebên Ahvazî, Tirkmen û gelên din bi dehan salan e bi sîstematîk bi cudakarî û dervekirinê re rû bi rû ye. Boladai got: Belûçistan ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e, lê îro yek ji herêmên herî xizan, herî zêde di bin zextê de û rêjeya darvekirinan lê herî bilind e. Sedema pirsgirêkê ne gel in, sîstema navendperest e ku hemû hêzê li Tehranê kom dike.
Boladai diyar kir ku federalîzm ne parçekirin e, parvekirina hêza demokratîk e û daxwaza wekheviyê, mafên zimanê dayikê û xwerêveberiya herêmî kir.
GELÊ AHVAZÊ BI SALAN E TÊ ÎNKARKIRIN
Nûnerê Tevgera Têkoşîna Erebên Ahvazî Dr. Khalaf Al Kaabi diyar kir ku rêveberiya heyî bi salan e binpêkirinên mafên mirovan hildiberîne. Al Kaabi got: Mirov li seranserê Îranê tenê ji ber daxwaza azadî, edalet û jiyaneke bi rûmet rastî zextên giran tên; girtinên kêfî, îşkence, darvekirin û astengkirina azadiya ramanê bûne rastiyeke rojane. Rejîma heyî xwedî wê avahiyê nîn e ku pêşerojeke aştiyane û bijîbar ji bo gelên Îranê peyda bike.
Al Kaabi destnîşan kir ku gelê Ahvazê tevî dewlemendiya xwezayî, bi xizanî, xerabûna jîngehê, koçberiya darê zorê û dervekirina sîstematîk re rû bi rû maye. Wî got ku ew bi Kurd, Belûç, Tirk, Ereb û gelên din re ji bo zemînekî hevpar ê demokratîk dixebitin û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî binpêkirinan helwestekî zelal nîşan bidin.
Panel bi van gotinan bi dawî bû: Pêşeroja Îranê ne bi nîzameke nû ya otorîter; divê li ser bingeha demokrasî, piralîbûn, edalet û wekheviya hemû gelan were avakirin.