BI DÎMEN

Li Londonê panela “Avakirina Civaka Demokratîk” hate lidarxistin

Li Londonê, bi boneya 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, paneleke bi sernavê “Ji Xewa Mirinê ber bi Avakirina Civaka Demokratîk” hate lidarxistin.

Bi boneya 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, li Londonê paneleke bi navê “Ji Xewa Mirinê ber bi Avakirina Civaka Demokratîk” hate organîzekirin. Panel ji aliyê Meclîsa Jinên Jiyan, Meclîsa Gelê Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve hate amadekirin.

Çalakî bi beşdariyeke zêde hate lidarxistin û moderasyona wê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd Gulten Stêrk ve hate kirin.

Stêrk di axaftina xwe ya destpêkê de wiha got: “Îro em li vir, di 27’emîn salvegera yek ji komployên herî tarî yên dîrokê de, ji bo axaftina li ser revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi planeke navneteweyî û girtina wî li girava Îmraliyê, û herwiha berxwedana bi rûmet a li dijî vê zindanê, li hev civiyan. Ez we hemûyan bi rêz, hezkirin û hêviya azadiyê silav dikim.”

Stêrk, bal kişand ser komploya 9’ê Cotmeha 1998’an û diyar kir ku ev komplo ne tenê li dijî kesekî, lê li dijî vîna gelekî bû û wiha domand: “Ev komplo nekarî meşên azadiyê yên gelan rawestîne. Rêber Apo, 27 sal in li zindanên Îmraliyê ji bo rûmeta mirovahiyê, aştiyê û jiyana demokratîk bûye sembolek. Ramanên wî îro li çar aliyên cîhanê ji bo gelan bûye hêvî.”

Panel bi nîşandana sînevîzyoneke kurt a li ser komployê dest pê kir. Di dema nîşandanê de ji salonê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” bilind bû.

Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Omer Aksu nameyeke Rêber Apo xwend ku coşeke mezin di salonê de çêkir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar ku bi rêya Skype’ê beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo hatiye plankirin û wiha got: “Armanca vê komployê qelskirina Tevgera Azadiyê bû; ji ber ku wan digot qey bi girtina Rêber Apo ev tevger dê weke partiyên kevneşop ên Kurdan bibe. Lê encam berevajî bû: Tevger hem li Kurdistanê hem li Ewropa û cîhanê hê bêtir bi hêz bû. Îro em di serdema azadiya fizîkî ya Rêber Apo de ne û ev divê bibe armanca me ya bingehîn.”

Di panelê de parêzvanê mafên mirovan, çalakvanê aştiyê û endamê Navenda Civaka Kurd Dogan Genç jî axivî. Genç di axaftina xwe de got ku komploya 9’ê Cotmehê êrîşeke li dijî vîna azadiya gelan bû, armanca vê planê kûrkirina nakokiyên Kurd-Tirk û tasfiyekirina têkoşîna azadiyê bû. Genç destnîşan kir ku berxwedanê ev plan vala derxistine, û got ku ramanên Rêber Apo îro ji bo jiyana hevpar a gelan û avakirina civaka demokratîk bûne paradîgmayeke gerdûnî. Genç herwiha  qurbaniyên Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an bi bîr anî û got: “104 canên me di vê êrîşa tarî ya di bin çavdêriya dewletê de winda bûn, lê îdealên wan îro rêya me ronî dikin.”

Herish Hussain, bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha got: “Em hê negihîştine kêliya azadiya fizîkî. Lê ji bo me ya herî girîng ew e ku em bi awayekî çalak piştgiriyê bidin vê pêvajoyê, ango azadiya Rêber Apo. Em di 2’ê Mijdarê de demjimêr 13:00’an de li ber BBC’yê heta Qada Trafalgarê bimeşin. Bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku beşdarî meşê bibin.”

Di axaftina dawî ya panelê de hate gotin ku tevî 27 salên zindaniya Rêber Apo, ramanên wî hê jî ji bo jiyana hevpar a gelan, azadiya jinan û avakirina civaka demokratîk rêberî dikin.

Beşdaran panel bi vê bangê bi dawî kir: “Îro em li ber deriyê pêvajoyeke nû ne. Paradîgmaya civaka demokratîk berpirsyariyên mezin dide ser milê me. Divê her kes di vê pêvajoya watedar de cihê xwe bigire. Em ê di meşa 2’ê Mijdarê de ku li ber BBC’yê heta Qada Trafalgarê bimeşin, hev bibînin: Bijî Serok Apo – Jin, Jiyan, Azadî!”