Di çarçoveya sempozyûma "Elewîtî û Siberojê" de li Londonê panelek bi sernavê "Derketin an Veşartin? Pirsgirêka Nasnameya Kêmneteweyan" hate lidarxistin. Panel rastî eleqeyek mezin hat.
Dr. Şîrvan Karakiş moderatoriya panelê kir. Nivîskarê Cihû Dario Navarro, nivîskarê Ermenî Hayko Bagdat, Hevserokê AABK’ê Huseyîn Mat û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr di panelê de axivîn.
Beriya panelê, sinevîzyonek ji hêla Muzexaneya Bîranîna Komkujiya Madimakê ve hate pêşandan. Di pêşkêşiyê de kesên ku di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û behsa sûcên dewletê hatin kirin. Rayedarên muzexaneyê, diyar kirin ku armanca wan avakirina platformek ji bo rûbirûbûn û nîqaşê ye.
Nivîskarê Cihû Dario Navarro yê ku pêşî axivî got ku li Tirkiyeyê, têgeha kêmneteweyan bi salan tenê bi ne-Misilmanan ve sînordar bû ye. Navarro, diyar kir ku Cihûyên Tirkiyeyê demek dirêj siyaseta "asîmîlasyon û qebûlkirinê" dişopandin û got ku ev yek hemwelatîbûna wekhev ji holê radike.
Navarro, anî ziman ku bûyerên wekî yên Trakyayê, Baca Dewlemendiyê, keraseta Struma û bûyerên 6-7’ê Îlonê di nav civaka Cihûyan de bêbaweriyek mezin çêkiriye.
Nivîskarê Ermenî Hayko Bagdat jî ku bi rêya onlîne beşdarî panelê bû, diyar kir ku kêmnetewe bi salan e bi zilm, asîmîlasyon û komkujiyan re rû bi rû ne û got, "Ji bo pirsa derketin an veşartin bersivek tenê nîne."
Bagdat destnîşan kir ku hesta "veşartin û zindîmanê" ji sala 1915’an û vir ve di nav civaka Ermenî de ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhastin. Bagdat got, "Mesele ne eşkerekirin an veşartina nasnameya kesekî ye, mesele dewlet li ser bingeha wekheviyê, cûdahiyan qebûl dike an na ye."
Hevserokê AABK’ê Huseyîn Mat, jî da xuyakirin ku Elewî bi salan e bi polîtîkayên zilm û asîmîlasyonê re rû bi rû ne. Mat, da zanîn ku Elewiyan ji bo têkoşîna xwe ya maf, rêxistinek xurt pêş xistine.
Mat got, "Rêxistin ji bo Elewiyan ne hilbijartinek e, ew mecbûriyetek e." Mat, diyar kir ku demek dirêj bêxuyanî mayîn, dibe sedema windakirina mafan zêde.
Di dawiyê de jî Osman Baydemîr axivî û got ku têgihîştina dewletê li Tirkiyeyê bi salan e li ser înkar û polîtîkayên yekrengî hatiye avakirin.
Baydemîr got, "Kesên ku nerazîbûn nîşan dan bi zilm, sirgûnî û mirinê re rû bi rû mane. Yên ku bêdeng man jî, neçar kirin ku bi asîmîlasyon re rû bi rû bimînin."
Baydemîr destnîşan kir ku her çend dewlet di demên cuda de rêbazên xwe guhertibe jî, ew her tim heman têgihîştin parastiye û got, "Pirsgirêk avahî ye, ne takekesî ye."
Baydemîr got ku têgeha "xwişk-biratiyê" pir caran nikare wekheviyê çêbike û destnîşan kir ku çareseriya rastîn di rêziknameyek demokratîk de ye ku li ser bingeha "hemwelatîbûna wekhev" e.
Baydemîr her wiha diyar kir ku nebûna cihên îbadetê ji bo Elewî, Ermenî û Cihûyan pirsgirêkek hişmendiya rêveberiyê ye. Baydemîr, diyar kir ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê dikarin bi rûbirûbûn, danûstandin û hawîrdorek siyasî ya bê tundî werin çareser kirin.
Di dawiya panelê de, beşdaran mafên axaftinê girtin û behsa tecrûbe û pêvajoyên têkoşînê kirin.