Li Londonê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya Serokwezîriyê ya Londonê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya Serokwezîriyê ya Londonê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava li Londonê bi çalakiyeke hatin protestokirin.
Bi bangawaziya Meclîsa Gel a Kurd, Kurdistanî û dostên wan bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava li ber avahiya Serokweziriyê hatin ba hev. Li çalakiyê alên YPG, YPJ’yê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Kurdistanê biparêze” hatin hilgirtin.
Gelek caran dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Kurdistan”, “Fedî Bikin”, “Piştgirî nedin dewleta Tirk a faşîst”, “Jin Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Di axaftinên çalakiyê de li hemberî dewleta Tirk bertek û hers hebûn.
Di axaftinên ku li ser navê Meclîsa Gel a Kurd hat kirin de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk li Rojava li dijî sîvîlan komkujiyan pêk tîne û wiha hate gotin: “Gelê Rojava ku li hemberî DAÎŞ’ê rûmeta mirovahiyê parast, îro rûbirûyê êrîşên terorê yên dewleta Tirk a hov dimîne. Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne, li ber çavê hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hewzên avê, depoyên xwarinan û binesaziyê bombebaran dike, sûceke mezin ya mirovahiyê dike.”
EV SIYASETEKE KOMKUJIYÊ YE
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku modela jiyana nû ya li Rojava hatiye afirandin bûye sembola rizgariya mirovahiyê û hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava, Şengal, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê siyaseta qirkirina gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin û bang li gelên Ewropa û cîhanê hate kirin ku li dijî faşîzma Tirk dengê xwe bilind bikin.
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.