Li Îngilistanê 27’ê Mijdara 2024’an li Old Bailey doza derbarê 6 Kurdan bi serdegirtinên polîsan û krîmînalîzekirina Navenda Civaka Kurd destpê kir. Piştî darizandina bi mehan, doz bê encam ma. Jurî têkildarî sûcdariyên sereke biryareke hevpar neda; dosya hate şandina Saziya Dozgeriyê ya Îngilistanê CPS’ê.
27’ê Mijdara 2024’an bi tevlîbûna bi hezaran polîsan operasyon pêk hat, piştî operasyonê kelemçeya elektronîk li piyê Alî Poyraz, Ercan Akbal, Turkan Ozcan, Agît Karataş, Berfîn Kurban û Mucahît Sayak hate xistin û hatin berdan. Piştre îdîanameya derbarê aktîvîstên Kurd 24’ê Kanûna 2024’an hate çêkirin. Û nêzî salekî îdîanameya Dozgeriyê ya bi sed hezaran rûpelî hate amadekirin. Parêzerên aktîvîstên Kurd jî, pêvajoya parastinê meşandin. Dozgeriyê aktîvîstên Kurd bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê”, “Li ser navê rêxistinê lidar xistina civînê”, “Propaganda” û “Xebatên rêxistinî” bi 16 sernavên cuda darizand.
Bi van sûcdariyan re 5’ê Çileya 2026’an li Dadgeha Cezayê Giran Old Bailey ku sûcdarên herî giran ên Îngilistanê lê tên darizandin, darizandina 6 Kurdan li ber Juriya 12 kesî destpê kir.
Piştî darizandina bi mehan îdîayên dozgerê Îngilîz, dozên KCK’ê yên li Tirkiyeyê bi bîr dixist. Dozgeriyê di tevahiya darizandinê de ti îspateke sûc a tundî, çek yan jî sûceke şênber nîşan neda. Tevî vê yekê jî xebatên demokratîk ên Kurdan, çalakiyên wan ên çandî û xebatên siyasî weke “xebatên rêxistinî” hatin krîmînalîzekirin.
Di dosyaya dozgeriyê de şahiyên Newrozê, merasîmên bîranînê, taziye, meş, kampanyayên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û sirûdên Kurdî weke “îspata rêxistinî” cih girtin. Dozgerê Îngilîz, xîtaba “Heval” a ku Kurd rojane di jiyana xwe de bi kar tînin jî weke “îspata girêdana rêxistinî” pêşkêşî jurî kir.
Sirûda Kurdan a “Çerxa Şoreşê” ket dosyaya sûcdariyê. Tevlîbûna kampanyaya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî, weke “xebata rêxistinî” hate pêşkêşkirin.
Navenda Civaka Kurd jî ku ji sala 1988’an û vir ve li Londonê xebat dimeşîne, di dozê de hate hedefgirtin. Dozgeriyê hewl da navendê weke “baregeha PKK’ê” nîşan bide. Aliyê parastinê destnîşan kir ku navend bi dehan sal in li qadên çandî, tenduristî û civakî xizmetê dide civakên koçber.
Di dosyaya dozê de ji wêneyê lîderê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û heya belgeyên ayîdê dema 12’ê Îlonê, gelek materyal weke “îspata rêxistinî” hatin nîşandan. Dozgeriyê hewl da bîranînên enternasyonalîstên ku li dijî DAÎŞ’ê jiyana xwe ji dest dane, serdanên goran jî bigire çarçoveya “xebatên terorê”.
Di tevahiya vê pêvajoyê de Kurdên tên darizandin û parêzerên parastinê, li salona dadgehê pêvajoyên dîrokî yên gelê Kurd, girîngiya Konfederalîzma Demokratîk û êrîşên li dijî mafên demokratîk ên Kurdan û têkildarî gelek mijarên din nîqaş meşandin.
Doza ku 5’ê Çileyê destpê kir, 23’yê Nîsanê qediya. Piştre juriyan pêvajoya biryar dayînê da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de ji juriya 12 kesî, yekî diyar kir ku ew ji ber ‘stresa zêde’ nikare biryar bide û ji dozê vekişiya. Juriyek jî bi hinceta plansaziyên şexsî, tevlî pêvajoyê nebû.
Aktîvîstên Kurd bi hefteyan çûn Old Bailey û li benda biryara juriyê man. Di vê doza bi mehan dom kir de, juriyê ragihand ku wan têkildarî ji 16 sûcdariyên cuda di 12 sûcdariyan de biryareke hevpar nedane.
Juriyê sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya derbarê aktîvîstên Kurd A.K, M.S û B.K xist. Dîsa sûcdariya ‘lidar xistina civînê’ ya derbarê E.A jî xist. Juriyê di 12 sernavan de negihişte fikrekî hevpar.
Piştî ku juriyê di 12 sernavan de biryar neda, doz bi fiilî bi dawî bû.
Piştî ku juriyê biryar neda, dosya car din ji Saziya Dozgeriyê ya Îngilistanê (CPS) re paşde hate şandin. Her kes li benda biryara dozgeriyê ye ku doz wê heya 5’ê Hezîranê car din were dîtin yan na.
Eger dozgerî darizandina jinûve bixwaze, dosya wê bi juriyeke nû û dadgerekî nû re car din were dîtin. Di vê rewşê de tê diyarkirin ku pêvajo herî kêm wê heya 2027’an bidome. Îhtimala din jî, bi temamî ketina dozê ye.
Li gorî aliyê parastinê jî rewşa niha nîşan dide ku tevî hemû derfetên dewletê jî, dosya têk çû. Niha çav li 5’ê Hezîranê biryara dozgeriyê ye.