Rûniştina doza ku der barê rojnameger Mark Campbell û aktîvîst Bêrîtan Silêmanî de hatibû vekirin li Westmînster Magîstrates Court a Londonê de hat dîtin.
MARGARET OVEN BI ALÊ HAT DADGEHÊ
Parêzvana mafên mirovan Margaret Oven, rojnamevan Alaadîn Sînayiç, nivîskar Alî Poyraz, Nivîskar Rahîla Gupta û komek endamên Meclîsa Gelê Kurd jî beşdarî dozê bûn û piştgirî dan dozê.
Parêzvana mafên mirovan Margaret Oven bi ala wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtibû hat ber avahiya dadgehê.
Beriya danişînê pankarta bi nivîsa "Dawî li krîmînalîzekirina Kurdan a Îngilistanê û hevkariya bi dewleta Tirk re bînin" li ber avahiya dadgehê hat vekirin.
HIKÛMETA ÎNGILISTANÊ YE KU ÇEK DIDE QIRKERÊN DIVÊ BÊN CEZEKIRIN
Rojnamevan Mark Campbell beriya danişînê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hikûmeta Îngilistanê hewl dide pirsgirêka Kurd bike sûc û got: “Em dibêjin sûcê niha hikûmeta Îngilstanê ye. Ji ber ku ev rejîm çekan dide yek ji xirabtirîn rejîmên cîhanê. Iraq, Tirkiye û Sûriye jî li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê dimeşînin. Ji ber vê yekê em îro li vir in û dibêjin ku pêwîstiya pirsgirêka Kurd bi çareseriyeke siyasî heye û divê timî neyê sûcdarkirin.”
Campbell da zanîn ku ew ji bo eşkerekirina hevkarîya hikûmeta Îngilistanê ya bi rejîma Tirk re li vir in û wiha got: “Em bang li hikûmeta Îngilistanê dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Tirkiye û Îngilistanê de buroyên xwe bi kar bîne û pisporîya xwe ya ji bo şêwrimendiya Tirkiyeyê ya di mijara şer de pêşkêş bike. Ji ber ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û siyasî bê çareserkirin. Û em dibêjin, hûn nikarin pirsgirêkek polîtîk sûcdar bikin. Ev di rastiya xwe de înkarkirina mafên bingehîn ên mirovî û siyasî yên Kurdên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ye. Ji ber vê yekê em li vir in, ji bo redkirina tewanbariyê û eşkerekirina hevkariyên dewleta Îngilistanê bi rejîma Tirk re.”
EM QANÛNÊN ZILMÊ NAPEJIRÎNIN
Bêrîtan Silêmanî jî anî ziman ku hikûmeta Îngilistanê dixwaze gelê Kurd krîmînalîze bike û got: “Em ê li ser parastina nirxên gelê Kurd xebatê bidomînin. Em bi bawerî û vîna xwe têdikoşin. Em têkoşîna mafdar diparêzin û kes nikare azadiya gelekî ji azadiya wan veqetîne. Yên me didarizîni bila bizanibin ku em ê dev ji têkoşîna azadî û aştiyê bernedin. Azadî û yekitiya gelê Kurd wê qanûnên zilmê li ser Kurdan nas neke. Azadî wê bibe ya gelê Kurd û Kurdistanê.”
NÎŞANEYÊN KURDAN WEKE DELÎL HATE NÎŞANDAN
Parêzerên Campbell û Bêrîtan Alî Has, Jessîe Smîth û Tayyîba Bajwa li salona danişînê amade bûn. Doza bi îdiayên parêzerê girêdayî Wezareta Karên Hundirîn dest pê kir. Parêzerê wezaretê îdia kir ku Campbell û Bêrîtan bi ala ku hilgirtine sûc pêkanîne û 'propagandaya terorê' kirine. Piştre îfadeya polîsên ku di çalakiya 23’ê Nîsana 2022’an de di binçavkirina Campbell û Bêrîtan de cih girtin, hat girtin. Alên di çalakiyê de hatin desteserkirin li salona dadgehê hatin daliqandin û weke delîl hatin nîşandan.
Di danişînê de dedektîfek û lêkolînerek ku girêdeyi polîsan weke “şahidên pispor” hatin guhdarîkirin. Di vê navberê de parêzeran pirsîn ka wan çawa fêm kiriye ku ev ala PKK’ê ye yan na û çima vê yekê sûc dibînin. Polîsên şahid diyar kirin ku dema al hate vekirin çalakvanan dest bi dirûşmeyan kirin û li dora wê kom bûn.”
Piştre akademîsyenên ji aliyê parêzerên parastinê ve weke “şahidên pispor” Dr. Cengîz Guneş û Dr. Marîe Curîe Rapora ku têkildarî “alê” hat amadekirin xwendin. Dr. Marîe Curîe rapora ku amade kiribûn pêşkêş kir. Marîe Curîe bi hûrgilî cih û dîroka alê di tevgera siyasî ya Kurd de bi çavkaniyên akademîk vegot û ji bo gelan bal kişand ser girîngiya dîrokî û çandî ya alê û piştre digel polîtîkayên aştiyane ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser polîtîkayên zordar ên dewleta Tirk ên li ser Kurdan.
Parêzeran diyar kirin ku filama û alên di çalakiyê de hatin hilgirtin jî fikrên aştiyê yên Abdullah Ocalan nîşan dide.
NÎŞANEYA GELÊ KURD E
Piştî ragihandina raporê di hevdîtina ku bi Dr. Marîe Curîe re, tevgera siyasî ya Kurd, paradîgmaya “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyên aştiyê de hatin nirxandin. Parêzerên parastinê diyar kirin ku ev ala ku berê wekî ala ERNK'ê dihat naskirin, ne tenê ji bo PKK'ê, ji bo tevgerên Kurd û Kurdên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê bûye sembola tekoşîn û berxwedanê.
TIŞTA KU POLÎS XWE DISPÊRE JÎ ‘WÎKÎPEDÎA’ YE
Di roja duyemîn a dozê de akademîsyen û polîsê şahid ji aliyê “şahidê pispor” ve hat darizandin. Dema di îmtîhanê de kêliyên balkêş hebûn, parêzerên parastinê diyar kirin ku lêpirsînên polîsan ên der barê “alê” de ne li gorî agahiyên rast hatine kirin. Daxuyaniya polîs a ku gotibû "Ez agahiyan ji Wîkîpediyayê distînim" ji aliyê parêzeran ve wekî "Daneyên ku tu bingeheke wan a zanistî nîne, tenê ji bo krîmînalîzekirina Kurdan tê bikaranîn" hat şîrovekirin.
Parêzerên parastinê diyar kirin ku polîsan ji bo Kurdan krîmînalîze bike îdiayên ku li ser tu daneyên zanistî ne hatine kirin û bal kişandin ser hewldanên çareseriya aştiyane ya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Parêzeran bi bîr xist ku Tirkiye zilmê li Kurdan dike û pêvajoyên aştiyê sabote dike, anî ziman ku gelê mezlûm bi van dozan tê sûcdarkirin.
Polîsê şahid got ku parêzerên parastinê ev pirs kirin: Li ser pirsên mîna “Tu qet çûyî herêma Kurdan? “Tu dizanî xelkê wê derê çi nîşaneyan bi kar tînin?” bersiva “Na ez neçûm”. Ez li Googleyê lêkolînê dikim," da. Li ser vê yekê parêzeran pirsîn, "Hûn çawa dikarin nîşaneyên herêm û gelê ku we qet ziyaret nekiriye sûcdar bikin?"
Rûniştin piştî parastinên kurt ên parêzerên Wezareta Karên Hundir û parêzeran bi dawî bû.
Di dawiya dadgehê de jî dadger got ku ew ê di 30'ê Çileyê de biryarê eşkere bikin.