Li Londonê di protestokirina komkujiya Îsraîlê de zêdeeyî 150 kes hatin binçavkirin
Li Londonê di xwepêşandana protestokirina kiryarên komkujiyên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê de zêdetirî 150 kes hatin binçavkirin.
Li Londonê di xwepêşandana protestokirina kiryarên komkujiyên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê de zêdetirî 150 kes hatin binçavkirin.
Li paytexta Îngilîstaê Londonê di xwepêşandana herî mezin a li dijî kiryarên komkujiyê yên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê de zêdetirî 150 kes hatin binçavkirin.
Koma Defend Our Juries ku xwepêşandan organîze kiribû, ragihand ku roja Şemiyê li Meydana Parlamentoyê nêzî hezar û pêncsed kes bi pankartan beşdarî xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandana mezin a berê de meha borî 532 kes hatibûn binçavkirin. Beşdaran pankartên bi nivîsên “ez komkujiyê red dikim, ez çalakiya filistînê piştgirî dikim” hilgirtibûn.
Organîzatorên çalakiyê bertek nîşanî êrişa polîsan dan û diyar kirin ku li hemberî xwepêşanderên aştîxwaz di nav de kal û pîr, tundî hatiye bikaranîn û hewl dane zêdetirî hezar kesî binçav bikin.
Amnesty International jî binçavkirin rexne kir û destnîşan kir ku li Îngilîstanê pirsgirêkeke cidî ya azadiya sivîl heye. Rêvebira kampanyayê ya rêxistinê Kerry Moscogiuri nirxandina xwepêşanderên aştiyane wekî “terorîst” wekî “zêde û bêpîvan” binav kir.
Hikûmeta Keir di meha Tîrmehê de Çalakiya Filistînê di çarçoveya “zagona terorê” de qedexe kir. Hikûmetê endamtiya komê yan jî piştgirîkirina wê wekî sûc pejirand û destûr da ku çalakvan heta 14 salan cezayê girtîgehê bistînin.