Li Îngilistanê doza aktîvîstên Kurd ên bi sûcdariya “endamtiya PKK’ê” tên darizandin, li Dadgeha Ceza ya Navendî ya Old Bailey îro bi rûniştina ewil destpê kir. Dadgeha Old Bailey yek ji dadgehên ewlekariyê ya herî bilind a Londonê ye.
Di çarçoveya dozê de ji bo meqama dozgerî û parastinê takwîma rûniştinê hate diyarkirin. Tê plankirin ku darizandina esas di Çileya 2026’an de bi juriyan pêk were. Her wiha di 7’ê Mijdar û 12’ê Kanûna 2025’an de şandeya dadgehê wê rûniştinên amadekariyê pêk bîne.
Sala borî di sihara 27’ê Mijdarê de bi sedan polîsên Îngilîz bi operasyonê bi ser Navenda Civaka Kurd a li Londonê û gelek malên aktîvîstên Kurd de girtibûn. Di serdegirtinan de 7 aktîvîstên Kurd hatibûn binçavkirin û Navenda Civaka Kurd hatibû dorpêçkirin. Yek ji binçavkiriyan beriya hefteyekê li qereqolê hate berdan. Ercan Akbal, Turkan Ozcan, Alî Poyraz, Agît Karataş, Mucahît Sayak û Berfîn Kurban piştî binçavkirina 14 rojan, derketin dadgehê. Mucahît Sayak hate girtin, aktîvîstên din jî bi tehliyeya bi şert hatibûn berdan. Îtîraza parêzeran hat qebûlkirin û Sayak jî bi şert hate tehliyekirin.
ŞERT Û MERCÊN GIRAN ÊN TEHLIYEYÊ
Aktîvîstên ku nêzî 10 meh in di bin şert û mercên giran ên tehliyeya bi kontrol de dijîn, bi kelepçeya elektronîk tên şopandin, ji dervey saetên rojê li mal tên hepskirin û her roj neçar in li navenda polîsan îmze bidin. Her wiha hevdîtina bi hev dû re û çûyîna Navenda Civaka Kurd, hatiye qedexekirin.
LI PÊŞ DADGEHÊ PIŞTGIRÎ
Bersûc û parêzerên wan tevlî rûniştina ewil a li Old Bailey bûn, komeke Kurdan a li derve kom bûyî piştgirî dan aktîvîstan. Di rûniştina ku bi serokatiya Rebecca Trowler KC de hatî kirin, bersûc bi “endamtiya PKK’ê” û “li ser navê rêxistinê lidarxistina civînan” hatin sûcdarkirin.
Aktîvîstên Kurd sûcdarî red kirin. Darizandina aktîvîstan û rê û usulên ku di pêvajoya darazê de wê bên şopandin, di navbera aliyan de hate nîqaşkirin û biryar hate dayîn.
BIRYARA GIRTINÊ YA DERBARÊ AKBAL HATE RAKIRIN
Li aliyê din, biryara girtinê ya derbarê Ercan Akbal ku duh ji ber hevdîtina bi parêzerên xwe re di wextê xwe de negihişt malê, ji aliyê dadgehê ve hate rakirin.