Çalakiya “Em hemû YPJ’yî ne” ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan ve hate lidarxistin, li Qada Trafalgar ku yek jî qadên herî qerebalix ê Londonê ye, pêk hat. Çalakiya ku enternasyonalîst û Kurd tevlî bûn, bala gelek kesên li qadê kişand. Gelek kes serdana standan kirin û agahî derbarê kampanyayê de girtin.
Peyama Meclîsa Jinan a Jiyan ji aliyê endama Komîteya Dîplomasiyê Xezal Ozcan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPJ’ê ne tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû mirovahiyê ji hovîtiya DAÎŞ’ê parastiye û wiha hate gotin, “Mafên ku jinan bi têkpşînê qezenc kir, nabe mijarê bazarê, nayê fedakirin û ji holê nayê rakirin.”
Di daxuyaniyê de her wiha bang li hikûmeta Brîtanyayê, parlamenteran, sendîkayan, rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan hate kirin ku piştgiriyê bidin daxwazên rewa yên YPJ’ê.
‘YPJ XETA ME YA SOR E’
Enternasyonalîst Gemm Hardy ku ji bajarê Norwich tevlî bû, wekî dostê gelê Kurd anî ziman ku xwe pir nêzî rêxistinbûna jinan a li ser bingeha xweparastinê dibîne.
‘PIŞTEVANIYA JINAN DIVÊ SÎNORAN DERBAS BIKE’
Mîa Roger ku ji Manchesterê tevlî çalakiyê bû, diyar kir ku divê jinan di asta kûrewî de yekîtiyeke xurttir ava bikin. Mîa Roger anî ziman ku berxwedana YPJ’ê ne tenê têkoşîneke ku di şert û mercên şer de tê dayîn, di heman demê de mînakekî dîrokî ye ku jin dikarin di çarenûsa xwe de bibin xwedî gotin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “ûBijî YPJ’ê” û “Em hemû YPJ’yî ne” bi dawî bû.