BI DÎMEN

Li Londonê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn: Em ê xeyalên wan nîvço nehêlin

Di bîranîna girseyî ya li Londonê de şoreşgerên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê ku di meha Gulanê de şehîd bûne, hatin bibîranîn. Di bîranînê de ev peyam hate dayîn, “Heta ku welatekî azad biafirînin, em ê dev ji têkoşînê bernedin.”

Ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a Londonê ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin û di şexsê Hakî Karer ku di 18’ê Gulana 1977’an de hate qetilkirin, Îbrahîm Kaypakkaya ku di 18’ê Gulana 1973’an de bi êşkenceyê hate qetilkirin, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner ku di Zindana Amedê de bedena xwe dan ber agirt û şehîd bûn, ji fermandarên HPG’ê Sînan Dersim, Kasim Engîn û Hozan Mizgîn de, şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.  

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Londonê hate lidarxistin û cihê bîrê ku wêneyên şehîdên Meha Gulanê cih digirt, hate çêkirin. Di bîranînê de mûm hatin pêxistin û qurnefîl hatin danîn.  Her wiha wêneyên şoreşgerên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin pêşkêşkirin.

Çalakî bi deqîqeyeykî rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Piştre, sînevîzyonên lcihê şoreşgerên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê ya di dîroka azadî û berxwedanê de vedibêje, hate pêşandan.

Axaftina vekirinê ji aliyê nivîskar Îlham Bakir ve hate kirin. Bakir şoreşger, welatparêz û şervanên azadiyê yên ku di oxira azadiya gelan de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî. Bakir destnîşan kir ku meha Gulanê ne tenê mehekî ye; navê rastiya şehîdan, berxwedan û fedakariyê ye û wiha got, “Meha kesên ku di êşkenceyê de sir nedane û serî netewandine ye.”

Bakir diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan mezin bikin û wiha got, “Em ê bîranîna şehîdan bi berxwedanê bidin jiyan kirin û heta ku welatekî azad biafirînin, tu car dev ji têkoşînê bernedin.”

Di bîranînê de gelek caran dirûşmeya, “Şehîd namirin” hate berzkirin. Devrîm Sara ku li ser navê Meclîa Jinan a Jiyan axivî, diyar kir ku meha Gulanê meha berxwedan, fedakarî û ji nû ve zayinê ye.

Sara anî ziman ku şehîd bi hesreta azadî, wekhevî û jiyana demokratîk têdikoşin û wiha got, “Xeyala wan; cîhaneke ku gel bi xwişk- biratî bijîn, jin azad bin, ciwan bêyî tirs biaxivin û zimanê wan neyê qedexekirin bû. Em îro careke din soz didin; Em ê ne xeyalên wan nîvço bihêlin, ne jî têkoşîna wan ji bîr bikin. Em ê di her qadê de bidin îradeya wan.”

Di bîranînê de peyamên Gik-Der û Kurekciklera jî hate xwendin û bi pêşkêşiya bilûrê ya hunemend Vedat Pirsûs dewam kir.

Bîranîn bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.