BI DÎMEN

Li Londonê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi coş hat pîrozkirin

Li Londonê gelê Kurd salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kir. Di çalakiyê de lı gel girîngiya vejînê di têkoşîna azadiyê de rola jin û ciwanan hate destnîşankirin û bi stranên hunermendan re govend hat kişandin.

Di paytexta Îngilistan Londonê de, gelê Kurd salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kir. Çalakiya li Navenda Civaka Kurd hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê, girseyê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” salon dagirt.

Axiftina yekem Xelîl Tetwan kir û diyar kir ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd cejna vejînê û azadiyê ye, wisa got: “Em careke din soza xwe ya ji bo fermandarê mezin Egîd û hemû şehîdên Kurdistanê ku ne anînê vir dubare dikin. Em ê di rêya wan de bimeşin û serkeftinê mezintir bikin.”

Devrim Sara li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyan axivî û got ku Pêngava 15’ê Tebaxê bersiva gel a li dijî faşîzma 12’ê Îlonê ya vejînê ye û wiha berdewam kir: “gerîla ne tenê hêzeke leşkerî ye; hişmendiya azadî û felsefeya jiyanê ye. Ev pêngav, herî zêde azadiya jinê mezin kiriye. Îro bingeha artêşbûna jinê û jiyana azad bi vî ruhî hat avakirin.”

Alişêr Diren li ser navê ciwanan axivî û got: “15’ê Tebaxê ne tenê hemleyeke leşkerî ye, agirê azadiya ciwanan e. Fedakariya heval Egîd ji bo ciwanên îro rêber e. Em ê bi vî ruhî têkoşîneke rêxistinî û biryardar re pêşerojê ava bikin.”

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Îshak Milani jî wiha axivî: “Ji 15’ê Tebaxê ya 84’an heta îro, gelê me berdêlên mezin da. Gorên beton hatin şikandin, li cihê ku digotin ‘Kurd tune ne’, gelê Kurd bi îradeya xwe ya azad vejîya. Niha dem hatiye ku civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinê ava bikin."

Bername bi nîşandana sînevîzyonê û bi stranên hunermendên Kurd Mehmet Milan, Mervan Şan, Memozan û Hakan Xan re bi govendan berdewam kir.

Gelê Kurd li Londonê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi dirûşma “Bijî Serhildana 15’ê Tebaxê” silav kir.