Li Locarnoyê Komkujiya Mereşê hat bibîranîn
Li bajarê Locarno yê Swîsreyê ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Locarno yê Swîsreyê ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Locarno yê Swîsreyê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Belînzonayê ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê ya di navbera 19-26’ê Kanûna 1978’an de ji aliyê dewletê ve pêk hat, çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser Komkujiya Mereşê hate pêşandan.
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk û xwişka Alî Traş ê di komkujiyê de bi awayekî hovanê hat qetilkirin, Ayşe Traş tevlî bîranînê bûn.
Hevberdevkê Navenda Civaka Kurd Recep Maraş vekirina bernameyê kir û bal kişand ser pêvajoya pêkanîna komkujiyê û wiha got: “Ev komkujî bi mehan hatiye plankirin, armanca wê tunekirina tevgerên şoreşgerî bi taybet tevgera azadiya Kurd bû. Lê bi vê komkujiyê re jî bi ser neketin.”
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk jî diyar kir ku tiştên li Mereş, Sêwas, Koçgirî, Dersim, Kobanê û erdnîgariya Kurdistanê hatiye kirin, qirkirineke sîstematîk e.
Xwişka Alî Traş, Ayşe Traş jî wiha got: “Birayê min di qazanê de kelandin û ji me re anîn. Ew roj ji bo me bûne trawma ku di bîra me hemûyan de maye. Dîrok wê tu caran vê komkujiyê ku bi destê polîs û çeteyan hat kirin, ji bîr neke, em ê nedin jibîrkirin.”
Piştî axaftinan ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê loqme hatin belavkirin û bîranîn bi nalînên Ozan Çol û Koma Azadî bi dawî bû.