BI DÎMEN

Li Lîverpoolê kampanya qertan a ji bo Îmraliyê

Li kolanên Lîverpoolê stand hatin danîn û name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin şandin.

Li Lîverpoolê ku yek ji bajarên girîng ên Îngilistanê ye, Kurd di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' çalakiyan lidar dixin. Di vê çarçoveyê de bi wesîleya sala nû, xelkê Lîverpoolê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi peyamên aştiyê qertpostal şand. Niha jî bi peyamên aştî û azadiyê qertpostal têne şandin.

Bi vê armancê li gelek deverên qelebalix ê bajêr stand hatin danîn. Her wiha kesên ku serdana standan dikin, li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne agahdarkirin.

Armanc ew e ku ji Brîtanyayê bi giştî 5 hezar qertpostal ji Îmrailyê re bê şandin. Armanca Lîverpoolê jî ew e ku 500 qertpostalan bişîne Îmraliyê. Heta niha gelek qertpostal ji Îmraliyê re hatine şandin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Seyît Sûrûç anî ziman ku li standan têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê agahî ji gel re tê dayin.

Seyît Sûrûç bal kişand ser eleqeya vê çalakiya wan û destnîşan kir ku bi şandina qertpostalan ji bo Îmraliyê ew aştiyê mezin dikin.