Li Lînzê êrîşên kîmyewî hate şermezarkirin

Kurd û dostên wan ên li Lînzê êrîşên kîmyewî protesto kirin.

Li bajarê Lînzê yê Avûstûryayê Kurd û dostên gelê Kurd êrîşên kîmyewî protesto kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û pêkhateyên Platforma Jinan a Rosayê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de êrîşên ku dewleta Tirk li qadên gerîlayan bi çekên kîmyewî dike, hate protestokirin. Mîra Anatettî li ser navê Platforma Jinan a Rosayê axivî û diyar kir dewleta Tirk sûcê şer dike.

Anatettî bal kişand ser rola PDK’ê ya ku hevkariya dewleta Tirk dike û got “PDK dest danîbûnê ser maske û alavên hêzên gerîlayên PKK’ê. Vê polîtîkaya PDK’ê ya yekalî ku hevkariya dewleta Tirk dike, wê di dema dirêj de xisarê bide wê.”

Saziyên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin welatên rojava yên ku çekan difiroşin berpirsên êrîşên kîmyewî ne.