Li Lîmasolê şehîdên Heftiya Lehengiyê hatin bîranîn

Li Lîmasolê di şexsê Fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an de Mahsum Korkmaz (Egîd) ku guleya yekemîn li mejiyê faşîst yê dewleta Tirk xist, şehîdên Heftiya Lehengiyê hatin bîranîn.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê bi boneya 28‘ê Adarê Hefteya Lehengiyê li Navenda Çanda Kurd a Theofilos bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bernameya bîranînê ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ve hat lidarxistin. Di bîranînê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê Efsanewî Egîd, Mazlûm Dogan û şehîdan, alên PKK, HPG û YPG‘ê hatin daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Remzî Pacraz û malbatên şehîdan axaftin kirin. Piştî axaftinan sînevîzyonek der barê Hefteya Lehengiyê de hate temaşekirin.

Bernameya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.