Li Lîegeyê li dijî dagirkeriyê standa agahdarkirinê hat danîn

Endamên TCŞ’ê bi boneya balê bikêşin li ser êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên di 17‘ê Nîsanê ^de dan destpêkirin, li navenda Liegeyê belavok belav kirin û ji bo derketina PKK’ê ji lîsta qedexekirî ya Yekîtiya Ewropayê îmze kom kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Liegeyê yê Belçîkayê hatin ba hev û li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê stand danîn ji bo agahdarkirinê û belavok belav kirin.

Di standê de ji bo kampanyaya demeke dirêj e bi boneya derxistina PKK’ê ji lîsteya qedexekirî ya Yekîtiya Ewropayê dest pê bûye jî îmze kom kirin.