Di çarçoveya kampanyaya “Em Hemû YPJ’yî ne” de ku meha Nîsanê di asta navneteweyî de hate destpêkirin û armanc dike ku statuya YPJ’ê were naskirin, li bajarê Lenzbugr ê kantona Aaragau ya Swîsreyê çalakî hate lidarxistin.
Çalakkî bi pêşengiya Komîteya Têkiliyên Derve ya Şehîd Mehmet Tunç pêk hat û Offene Antifaschistische Treffen-Aargau (OAT) û Komîteya Rojava ya Aargau piştgirî da. Çalakî li Komaleya Mala Kurd a Lenzburgê pêk hat û gelek aktivîstên Swîsreyî tevlî bûn.
Çalakî bi pêşkêşiya agahdarkirinêm ya Elmanî ya têkildarî geşedanên heyî ya li Rojava destpê kir. Piştre beşdaran belgesela li ser jiyana fermandara Êzidî Hêza bi hev re temaşekirin.
Beşdaran piştî pêşandana belgeselê, li ser tecrubeyên berxwedanê û rola jinan a di têkoşîna azadiyê ya di fîlmê de hate vegotin, nirxandinan kirin. Di dawiya bernameyê de jî bi armanca piştevaniyê wêne hate girtin.
Beşdaran bi wêneyên piştevaniyê re diyarkirin ku ew piştgirî didin daxwaza naskirina YPJ’ê û deng dan banga kampanyaya “Em hemû YPJ’ê ne”. Çalakî bi peyamên mezinkirina piştevaniyê bi YPJ’ê re û zêdetir xuyakirina wê ya di raya giştî ya navneteweyî de bi dawî bû.