BI DÎMEN

Li Leipzigê kombûna gel

Li Leipzigê di kombûna gel de işaret bi girîngiya parastina nasnameya çandî û piştevaniyê ya li sirgûnê hate kirin.

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Elman (Nav-Leipzig) kombûneke gel hate lidarxistin û bi sedan kes li hev civiyan.

Kombûn li Parka Rabetê pêk hat. Cengîz Toy li kombûnê axaftineke kurt kir û bal kişand ser berdêlên giran ên gelê Kurd ku heta niha daye.

Toy got, "Li Kurdistanê 4 hezar gund hatin şewitandin, bi hezaran hevalên me şehîd bûn an jî birîndar bûn. Mirovên me destpêkê koçî bajarên mezin kirin, piştre jî hatin bajarên Ewropayê. Em niha li sirgûnê ne. Lê belê bi çalakiyên bi hev re li hev kom dibin. Divê em li vê derê malbata xwe, zarokên xwe biparêzin; ziman û çanda xwe ji bîr nekin. Xwedî li van saziyên xwe derkevin ku me li hev dicivînin; piştigriya wan bikin. Divê her kes xwedî li Nav-Leipzigê derkevin."

Di çalakiyê de ji bo zarokan çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin. Koma muzîkê Mithra Bahd bi stranên xwe reng dan çalakiyê. Beşdaran jî govend gerandin.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn.