Li Leîpzîgê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk, meşiyan.

Meş ji aliyê Defend Kurdistan Leîpzîg ve hate organîzekirin. Di meşê de pankarta “Parastina Rojava, parastina Şoreşa Jinê ye” hate vekirin.

Meş di saet 18.00’an de li stasyona trenê ya navenda Leîpzîg’ê destpê kir. Koma Women Defend Rojava û Leîpzîg Handala tevlî meşê bûn.

Piştî ku ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê deqeyek rêz hate girtin, di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk êrîşî binesaziyên sivîl dike û hate destnîşankirin ku divê demildest ev êrîş bi dawî bibin.

Çalakvanan bang li raya giştî ya navneteweyî jî kir ku li dijî êrîşan rabe.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.