Li Lefkoşayê dagirkeriya dewleta Tirk hat protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê bi çalakiyekê hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê bi çalakiyekê hatin protestokirin.
Komek Kurdên li Lefkoşayê dijîn, li ber PÎG TV’yê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.
Çalakvanan di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin û di domdarî dirûşmeyên, “Ji Kurdistanê re azadî”, “TC’ya faşîst”, “Erdoganê dîktator”, “Bimire xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî PKK” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Di çalakiyê de danezanek bi îmzeya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê hat xwendin. Di danezanê de bertek nîşanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku 17’ê Nîsanê dan destpêkirin û hevkariya PDK’ê hatin dayîn.
Di danezanê de bêdengiya welatên Ewropayê jî hat şermezarkirin. Di serî de çapemeniya Qibrisê, bang li partiyên siyasî, çepgir û demokratan hat kirin ku dengê xwe derbixin.
Piştî xwendina danezanê, berdevkên dîplomasiyê yên Meclîsa Gelê Kurd bi berpirsiyarên TV’yê re hevdîtin kirin û dosyeyên agahiyên di derbarê êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî tê de hebûn pêşkêşê wan kirin.