Li Lefkoşa di rojekê de hezar îmze hatin komkirin
Li bajarê Lefkoşa ê Qibrisê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ya ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin de, di rojekê de zêdeyî hezar îmze hatin komkirin.
Li bajarê Lefkoşa ê Qibrisê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ya ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin de, di rojekê de zêdeyî hezar îmze hatin komkirin.
Di çarçoveya kampanyaya ku ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin, li Lefkoşaya bajarê Qibrisê çalakiya standê didome. Di çalakiya îro de, belavokên têkoşîna azad, demokratîk û aştiyane ya PKK'ê ya ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn vedibêje, hatin belavkirin. Di çalakiyê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan.
Di çalakiya standê de stranên Kurdî hatin vekirin û nêzî hezar îmze hatin komkirin.
Endamê Navenda Çanda Kurd a Theophilos Kamil Akalin têkildarî kampanyayê daxuyanî da û destnîşan kir ku PKK pêşengê aştî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn e.