Endamên MARDEF'ê, komeleyên herêmî, nûnerên saziyan, Hevşaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş û Hevşaredarê Êlihê Necdet Atalay ku mafên wan hatin desteserkirin, beşdarî bîranîna li Cemxaneya Langenthal ya Kantona Bernê bûn.
Ji bo kesên di komkujiyên Mereş, 2000’an de li zindanan û Roboskiyê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Ji bo bîranîna kesên di qetlîaman de jiyana xwe ji dest dane find pêxistin û gulbang xwendin.
Yek ji parêzerên Komkujiya Mereşê Îbrahîm Sînemîllîoglû ku bi rêya dîtbarî beşdarî bîranînê bû, kongre silav kir. Sînemîllîoglû bal kişand ser polîtîkayên rêveberên dewleta Tirk ên ji bo veşartina qetlîamê dimeşînin. Sînemîllîoglû der barê pêvajoya darizandinê de agahî da, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê. Sînemîllîoglû bi bîr xist ku komkujî îro jî dewam dikin û got, "Yekane şertê pêşîlêgirtina komkujiyan, misogerkirina rêxistinbûna me ye."
Endamên Lijneya Rêveber a MARDEF'ê Mehmet Ustek û Hatîce Sonzamanci jî diyar kirin ku MARDEF weke tevgera hawirdorê ya "Dest nede deştên me” li Pazarcikê derketiye holê û wan biryar daye ku di sala 2019'an de weke Federasyon xebatên xwe bidomînin.
Ustek pêvajoya dîroka Komkujiya Mereşê nirxand û got ku Komkujiya Mereşê îro jî didome û wiha axivî: “Dewletê piştî erdheja 6’ê Sibatê bi polîtîkayên şaş û alîgirî yên li herêma erdhejê meşand re komkujiyên xwe dewam kir."
Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk Alî Matur û siyasetmedar Necdet Atalay û Abdullah Demîrbaş axivîn û di bîranînê de bi axaftinan bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûn û çalakiya hevpar a gel û baweriyên bindest. Şahidên komkujiyê û xizmên qurbaniyan jî axivîn.
Piştî bîranînê 2’yemîn Kongreya MARDEF'ê li Swîsreyê pêk hat. Piştî xwendina raporên ku bi berfirehî xebatên serdema berê hatin vegotin, rêveberiya nû ya MARDEF - Swîsreyê hate diyarkirin.