Li Krefeldê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê îmze hatin komkirin

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” îmze hatin berhevkirin.

Li Neûmark a Krefeldê saet di 15:00’an de standa îmzeyan hat danîn. Li standê ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin îmze hatin komkirin.

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, siyasetmedar Lezgîn Botan û nûnerê Dîe Lînke (Partiya Çep) jî tevlî çalakiyê bûn.

Yuksel Koç di axaftina xwe de bal kişande ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û da zanîn ku ew ê ti carî li ber van êrîşan çok nedeynin.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa ku wê 30’ê Nîsanê li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bê lidarxistin, hate kirin.