Li Krefeldê li dijî qedexeya li ser PKK’ê standa îmzeyan hat danîn
Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê, bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Şehîd Ekîn Wan, li dijî qedexeya li ser PKK’ê, bi dehan îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê, bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Şehîd Ekîn Wan, li dijî qedexeya li ser PKK’ê, bi dehan îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteyên terorê”, standa îmzeyan hat danîn.
Kurdistanî û dostên wan, di saet 15.00’an de hatin ba hev û bi dehan îmze berhev kirin. Di çalakiyê de êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin teşhîrkirin.
Nûnerê Dîe Lînke, têkildarî bandora faşîzma dewleta Tirk a li ser polîtîkaya hundirîn a Elmanyayê axivî.