Li Kopenhagê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li Kopenhagê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Di bibîranînê de malbatên şehîdan li dijî êrîşên dagirker banga yekîtiyê kirin.

Li Kopenhagê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Bibîranîn li Navenda Civakî  ya Kurdan a Demokratîk hate kirin.

Di bibîranînê de hevserokatiya meclîsê li ser wateya şehîdan daxuyanî da û nivîsên ji axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.

Piştî nîşandana sînevîzyonê Mamoste Îbo qala bîranîna xwe ya bi Hakî Karer kir.

Malbateke şehîdan a ji Rojava jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku divê gelê Kurd bibe yek.