Li Kopenhagê li pêş NY’ê êrîşên dagikirinê hate şermezarkirin
Li Kopenhagê li pêş avahiya NY’ê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk hate şermzarkirin.
Li Kopenhagê li pêş avahiya NY’ê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk hate şermzarkirin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk, hevkariya PDK’ê û bêdengiya NY‘ê ya li hemberî sûcên dijmirovahî yên dewleta Tirk hate şermzarkirin. Kurdistaniyên li ber avahiya NY’ê li hev civiyan bê navber dirûşmeyên li hemberî dagikirin û xiyanetê berzkirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hatin hildan.
Di çalakiyê de axaftinên bi zimanê Danîmarkî û Îngilîzî hatin kirin. Di axaftinan de ji NY’ê hate xwestin ku li dewsa helwesteke zelal a li hemberî dewleta Tirk, hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bi dawî bike.
Çalakgeran diyar kir ku heta şer bi dawî bibe wê çalakiyên xwe li her cihê bidomînin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Qatîl û faşîst Erdogan“, “Bila dagirkeriya Kurdistanê bi dawî bibe“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Gerîla ne bi tenê ye“ bi dawî bû.