Li Kopenhagê li dijî qedexeyê îmze hatin komkirin
Li Kopenhagê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexe, îmze hatin berhevkirin.
Li Kopenhagê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexe, îmze hatin berhevkirin.
Di çarçoveya kampanyaya ku bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteya "rêxistinên terorê" hatî despêkirin de, li Kopenhag a Danîmarkayê îmze hatin berhevkirin.
Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bikaranîna gaza jehrî ya li hemberî gerîla hate protestokirin.
Standa îmzeyan saet di 14:00’an de li meydana Nytrov a navenda bajêr hat danîn. Li standê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya "rêxistinên terorê" îmze hatin komkirin û broşurên ku têkoşîna PKK'ê vedibêjin hatin belavkirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gerîla hêza sereke ya xweparastinê ya Kurd û Kurdistanê ye ku li dijî her cure êrîşan li berxwe dide; her wiha hate gotin ku gelê Kurd wê ti carî li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çok nedeyne û zû yan dereng wê Tirkiye ji ber sûcên mirovahî ku bi pêkanîna qirkirina siyasî, çandî û fîzîkî dike bê darizandin.
Çalakvanan diyar kirin ku ew ê sibe li qadên 1'ê Gulanê bin û bang li her kesî kirin ku li dijî faşîzmê li cem gelê Kurd bin.